7 ciwanên HEDEP’î hatin berdan

  • ciwan
  • 14:09 4 Kanûn 2023
  • |
img
ÊLIH - Li Êlihê 7 endamên Meclisa Ciwanan a Êlihê ya HEDEP’ê ku hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî 1’emîn Kongreya Xwe ya Awarte ku dê di 24’ê kanûnê de bi dirûşmeya “Vejîneke Ciwan” li Amedê li dar bixin duh li ser Cadeya Amedê ya Êlihê belavok belav kirin. Polîsên di vê navberê de li Parka Yilmaz Guney pêşî li ciwanan girt û tundî li ciwanan kirin, ciwanên bi navê Mehmet Alî Teknal, Serhat Salman, Adnan Vûral, Samet Aravîn, Seyîthan Çetel, Fatîh Başaran, Eyup Alphan bi lêdanê binçav kirin. 
 
7 ciwanên ku biribûn Miduriyeta Polîsan a Êlihê bi îdiaya “Li dijî Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civînan a bi Hejmara 2911’an derketine” îfadeyên wan hate wergirtin û pişt re hatin berdan.