Êrişa li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê hate şermezarkirin

  • ciwan
  • 14:44 9 Kanûn 2023
  • |
img
RIHA - Êrişa polîsan a li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglûyê hate şermezarkirin. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rihayê, ji bo êrişa polîsan a li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglûyê şermezar bikin li ber avahiya Rêxistina HEDEP’a Xelfetiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji bilî parlamenterên bajêR Mîthat Sancar, Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar gelek kes beşdar bûn. 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’
 
Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’a Rihayê Enes Rakim ê di daxuyaniyê de axivî, bertek nîşanî êrişa polîsan a li dijî Îbrahîmoglû da û wiha got: “Hewldana zîhniyeta faşîst a ji bo pêşîgirtina li mafê me yê demokratîk ê protestokirin û veguherandina kolanan ji bo îşkenceyê pûç e. Çawa ku me duh dest ji têkoşîna xwe berneda, em ê di siberojê de jî dest jê bernedin. Em baş dizanin ku; Ev êrîş, binçavkirin û îşkence parçeyek ji polîtîkayên şer-tecrîdê yên hikûmetê ne. Dorpêçkirina me û xespkirina mafên me yên demokratîk ji polîtîkaya tecrîdê ne serbixwe ye. Em ê li dijî van êrişên bi armanca tunekirina gelê kurd û li ser bîrê tên kirin rawestin. Em di azadiyê de bi biryar di têkoşînê de bi israr in. Em ê bi hemû beşên civakê yên têbikoşin re serbikevin. Em ê gavekê jî paş ve neavêjin û serî li ber îşkenceyan netewînin. Em ê têkoşîna xwe ya dîrokî hinek din zêde bikin û heta di civakê de azadî û wekheviyê pêk bînin em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê teqez serbikevin.”
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeya “Bijî berxwedana ciwana” bi dawî bû.