Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan

  • ciwan
  • 10:47 20 Sibat 2024
  • |
img
AMED - Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Mûrat Sonmez ê li Amedê hatibû binçavkirin hate berdan. 
 
Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê li Amedê hatibû binçavkirin, hate berdan. Sonmez, bi hinceta derbarê wî de biryara lêgerînê heye duh êvarî li semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû hate binçavkirin. Sonmez ê birin miduriyeta polîsan a li navçeya Rezanê, piştî bi îdiaya “propagandayê rêxistinê” kiriye hate binçavkirin, hate berdan.