Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye

img
STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Çengîz Çîçek, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên lezgîn yên li Tirkiyeyê yekane kesê ku bibe bersîv Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêkên lezgîn tekane muxatab Birêz Abdullah Ocalan e. Li gorî vê rastiyê em ê sala 2024'an bikin sala mezinkirina rêxistinbûyînê. 
 
Gelên cîhanê derbasî salek nû bûn. Lê ji ber şerê netew dewletan, gelên cîhanê di nava şerekî de derbasî sala nû bûn. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji ber tecrîda li Îmraliyê kûr bû û şerê li Başûrê Kurdistanê zêde bû û derbasî Rojava bû, rê li pêş qaos û krîza siyasî aborî û civakî vekir. Tirkiye û Kurdistanê bi vê qayran û kaosê sala 2023'an li pey xwe hişt. Aqilê dewletê hemû çavkaniyên xwe yên aboriyê li şerê li dijî kurdan xerç kir. Ji ber bajaranên betonî ava kirin, di erdheja 6'ê sibatê ku navenda wê li Mereşê çêbû, bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li aliyekî gel hewl da birînên xwe yên ji ber erdhejê derman bike, li aliyê din jî gel li dijî tecrîd û îzolasyonê daket qadan û li ber xwe dan. Di sala 2023'an de polîtîkayên înkar û îmhayê ku wekî koda dewletê ye bêtir kûr bû. Kurd û dostên kurdan di 365 rojan de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan û azadiya Ocalan xwestin. Xwestin pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk û siyasî bê çareserkirin. 
 
Aqlê Netew Dewletê li ser feraseta "Yekperestî" yê tev geriya. Li dijî vê yekê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku jî hêzên demokratîk, kesên kêmar û bindest pêk tê, ket nava lêgerîna tifaqê û armanc kir ku siyaseta xeta sêyemîn pêş bixe. Hevserokê HDK'ê Cengîz Çîçek, pirsên ajansa me (MA) yê bersivand û geşedanên ku di sala 2023'an de pêş ket nirxand. Cengîz Çîçek, da zanîn ku ji bo pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê çareser bibin pêdivî bi azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û wiha got: "Referansa çareseriya hemû pirsgirêkan, Abdullah Ocalan e û sala 2024'an sala ku em rêxistin û wêrekiyê mezin bikin e. 
*Sala 2023'an bû sala xizanî û feqîriyê. Li gorî rewşa heyî gelên Tirkiyeyê salek çawa li pey xwe hişt?
 
Sala 2023'an bû sala ku xizanî, nelirêtî û sefaletî derket asta herî jor. Qeyrana aborî û xizanî her ku çû zêde bû. Niha li  Tirkiyeyê ji çar paran yek birçî ye. Lê li aliyê din komek însan li ser pişta xizan û feqîran di nava kêf û şahidê de dijîn. Di aliyê edaletê de jî heman mesele heye. Li Tirkiyeyê di qada siyasî û civakî de newekheviyek gelek mezin heye. Li cihekî wisa mirov nikare qala hebûna dewletê bike. Sala 2023'an bû sala selef, faîz, çete û komikan. Dema mirov li dîroka darazê ku temenê wê bi qasî yê Komarê ye, AKP hemû naveroka wê li gorî xwe bi rêve biriye. Nelirêtî, bêhiqûqî qezp, talankirin, wêrankirin û dizî ji destpêka Komara Tirkiyeyê ava bûye heta niha heye. Hêzên serdest her dem hiqûq li gorî berjewendiyên xwe bikar anîne. 
 
Sala 2023'an bi erdheja 6'ê sibatê hejiya. Zêdeyî 50 hezar mirov hatin qetilkirin. Hemû bajar ser û bino bûn. Bi sed hezaran mirov bê xanî, bê cih û war man. Li gorî vê sal ji bo mexdûrên erdhejê çawa derbas bû. ?
 
 
Erdhejê nîşan da ku pêşniyara XWeseriya Demokratîk pir girîng e. 
 
Nîşan da ku îqtîdar felaket e. Dîsa nîşan da ku divê gelê Tirkiyeyê ji vê qeyranê rizgar bibe. Niha dema mirov li bajaran dinere, bi sed hezaran mirov perîşan û li heviya alîkariyê ne. Em jî car caran vê çaretiyê hîs dikin. Li hemberî v ê rewşê ne tenê divê pergal, divê hêzên muxalîf jî rexnedayînê bidin. Li dijî vê rewşê bertek nenîşandan, negirtina tedbîran a civakê û bêdengiya civakê, divê me bêtir bide bêtir bide ponijandin û fikirandin. Erdheja 6’ê Sibatê nîşan da ku KHK’ê û rêjima yek zilamî îflas kiriye. Dîsa nîşan da ku pergala “Xweseriya demokratîk” a tevgera azadiyê û azadiya civakê çiqas girîng e. 
 
Hilbijartina 14’ê Gulanê dîsa mohra xwe li sala 2023’an xist. Li gorî we encama vê hilbijartinê çawa bû?
 
Ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê nebesiyên dîrokî me li qada erdhejê dît. Me nîşaneyên kêmasiyên xwe yên hilbijartinê di erdhejê de dît.  Heta ku em xebatên xwe yên tifaqê û têkoşînê nekin civakî, dê reqabet derkeve pêş. Di sala 2024’an de divê hêzên sosyalist, şoreşger û pêşengên tevgera azadiya kurdan ji bo çareseriya têkoşîna civakî û tifaqa têkoşîna civakî tevbigere. Hilbijartina Gulanê nîşanî me da ku divê li dijî îqtîdara faşist, em hemû hêzên demokratîk, hêzên kedê û şoreşger tev hêza xwe bikin yek û bêtir bi feraseta peymana têkoşîna civakî bixebitin. 
 
Tifaqên ji bo civak û rêxistinê her tim dizîvirin tifaqên hilbijartinê. Çima tifaqên civakî pêş nakevin? 
 
Li Tirkiyeyê mixabin muxalefeta civakî pir belavbûyî ye. Sedema vê yekê em di nava xwe de ketine reqabetê. Aliyê din em ji gel qut in. Me erdhejek ku êşa wê pir giran li pey xwe hişt. Bi deh hezaran mirov mirin û bi sed hezaran mirov birîndar bûn. Bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe koçber bûn. Bêguman rêxistinên me, saziyên me û mirovên me, heta ji destê wan hat xebatek kirin. Lê di esasê xwe de em tifaqa civakî û serkeftinê bixwazin, wê demê divê em mezin bifkirin û gavên mezin bavêjin. Divê em pir li dûr binerin. Di vê mijarê de pirsgirêka siyaseta demokratîk û muxalefeta civakî lawaz e.
 
Tabloyek çawa derket holê? 
 
 
Me tifaqa têkoşînê û tifaqa civakî ava nekir. Pêkhateyên ku perspektifa yekîtiya civakê û serkeftina civakê esas bigire, divê tifaqa têkoşînê jî ava bikin. 
 
Derket holê ku tifaqên rêxistinî, di nava xwe de çiqas teng bûne, tenê çiqas şoreşgeriya hundir dikin, kesên têkoşîna azadiyê didin, çiqas ji civak û jiyanê bîyanî bûne. Me tifaqek têkoşînê û tifaqek civakî ava nekir. Pêkhateyên perspektifa hêza civakî esas digire, divê tifaqên têkoşînê jî ava bike. Beriya ku em têkevin sala 2024’an û beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî me ev yek pir niqaş kir. Hilbijartina Gulana 2023’an ji bo îqtîdarê bû şerê Pirusê û ji bo me jî bû felaketek bi xêr. 
 
Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan didin. Dîsa diyar dikin ku di nava netew dewletê de çareseriya demokratîk pêş nakeve. Ev ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi nîşan dide? 
 
 
Li Tirkiyeyê di pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd de pirsgireka herî mezin Netew Dewleta ku xwe li ser bîrdoziya tirkparêziyê ava kiriye ye. 
 
Şertên ku meseleya kurd pêş xistiye; modernîteya kapitalist û nedew-dewleta ku pergala modernîteya kapitalist heta damarê mirovan belav kiriye ye. Pergala Netew Dewletê di nava xwe de nijadperestî ava kiriye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke meseleya kurd e. Sedema vê yekê bîrdoziya tirkperestî ye. Ev jî bûye bingehê Netew Dewletiyê. 
 
Neçareseriya pirsgirêka Kurd bandorek çawa li ser gelan, li ser Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn kiriye?
 
Pirsgirêka kurd bi xwe re xizanî, betalî, nezanî, şer pêş xist. Dîsa bi xwe re kedxwarî, kuştina jinan û pirsgirêka bawerî û talankirina ekolojiye ava kir. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan, di vê pêvajoyê de modela çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Çareseriya pirsgirêka kurd, ne tenê çareseriya meseleya kurdan e. Divê hemû kesên demokrasî, wekhevî, aştî û edaletê dixwazin hêz û piştgiriyê bidin çareseriyê. Beriya ku em derbasî sala 2024’an bibin, li gelek welatên cîhanê nivîskar, rewşenbir, kesên entelektüel û komên têkoşînê pirtûkên Birêz Ocalan dixwînin. Ji fikrên Birêz Ocalan keyf û hêzê digirin. Hemû dahûrînerî û nivîsên teorik ên Rêberê Gelê dibe mijara akademiya cîhanê. 
 
Li Tirkiyeyê çima xwendin hê jî wekî sûc tê dîtin?
 
 
Divê em hemû astengiyên li pêş pêşniyar, teori û hilberînên Birêz Ocalan ên ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê ji holê rakin. 
 
Raste hêj li vir xwendina pirtûkên Birêz Ocalan qedexe ne. Lê Zizek (Slavoj Zizek), qala birêz Ocalan dike. Em jî beriya derbasî 2024’an bibin, me soza têkoşîna ku em hemû polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan rakin dabû. Me soz daye ku em birêz Ocalan di aliyê fizikî de azad bikin. Ev xebat tenê bi çend çalakî û aktîvîteyan pêş nakeve. Divê em di aliyê fikr û hişmendiyê de jî xwe azad bikin. Divê em hemû astengiyên li pêş pêşniyar, fikr û teoriyên Birêz Ocalan ku ji bo çareseriya pirsgirêkên gelê Tirkiye û Kurdistanê peşkeş kiriye, ji holê rakin. Divê nerina li hemberî Ocalan bê guhertin. 
 
Di 2023’an de muxalefeta hundirê pergalê û îqtîdarê li dijî Abdullah Ocalan propaganda bîrdozî û nijadperestiyê kir. Li pêş me hilbijartinek nû heye. Ev tarza siyasetê çiqas encam digire? Pergala ku Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd nexe navenda siyaseta xwe çiqas dikare pêş bikeve? 
 
Înkara li dijî meseleya kurd, nêzîkatiya li dijî Birêz Ocalan nîşan dide. Birêz Ocalan, di serdema modern de, karakter û nasname bi gelê kurd daye qezençkirin. Ocalan di vê karaktere de pêşengî kiriye. Di cihana wateyê ya gelê kurd de xwedî pir bi qîmet e. Eger hûn li rastiyê digerin rastî tam li vir e. Hûn çiqas înkar bikin jî, gelê kurd ji bo birêz Ocalan dibêje ‘ev rêberê min û vîna min e’ Dostên gelê kurd jî ji bo gelên cîhanê yên bindest û mirovahiyê birêz Ocalan wekî nirxekî herî bi qîmet dibînin. 
 
Niha çawa ku meseleya kurd dixwazin bê aktor niqaş bikin, Niqaşyên der barê Birêz Ocalan de jî bêyî Ocalan niqaş dikin. Eger ev pergal bi rastî jî dixwaze xwe demokratîk bike, dixwaze Komara Demokratîk a Tirkiyeyê ava bike, pergala demokratîk a gelan ava bike, wê demê divê berî her tiştî pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk û aştiyê çareser bike. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pirsgirêkên din ji çareser nabin. Tirkiye bi destê çete û mafta tê rêvebirin. Ev pergala li dervê qeydan li ser dijberiya Birêz Ocalan tê avakirin. Li ser komkujiya kurdan tê pêşxistin. 
 
Niha li Girava Îmraliyê qutkirinek mutlaq a ragihandinê pêş xistine. 34 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Abdullah Ocalan, di hevditina herî dawî de gotibû “Devlet lîstika şaş dilîze’. Aqlê dewletê yê qutkirina ragihandinê ya mutlaq ya bi Abdullah Ocalan re bi xwe re çi ava dike? 
 
Qutkirin ragihandinê û tecrîda Birêz Ocalan qutkirina ragihandina gelê kurd û tecrîda li dijî gelê kurd e. Neçareserkirina pirsgirêka gelê kurd e. Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, têkoşînek demokratîk pêş xistiye. Lê niha wî bê agahî dihêlin. Ji ber ku birêz Ocalan, kesekî ku ji hemû pirsgirêkên lezgîn yên li vî welatî re bibe derman e. Ku hevdîtin tune be çareserî jî tune ye. Ku hevdîtin tune be aştî tune şer heye. Valahiya herî mezin e. Hete ku ev valahî tijî nebe pirsgirêk çareser nabin.
 
MA / Diren Yurtsever - Esra Solîn Dal