Di şert û mercên dijwar de dixebitin

img

MELETÎ - Karkerên demsaliyê di konan de ji bo debara xwe li ber xwe didin. Li Meletiyê karkerên ku avê ji devereke 5 kîlometre dûrî wan dikişînin, di şert û mercên bêceryan û nepak de tên şixulandin. 

Li gor encamên Anketa Hêza Karî ya Adara 2020'an a TUÎK'ê, 4 milyon û 716 kes karkeriya çandiniyê dikin. Bi milyonan karkerên demsalî ku ji Riha, Semsûr, Amed, Êlih, Mêrdîn, Şirnex û bajarên din de diçin bajarên din karên demsalî dikin, ji biharê heya payizê di şert û mercên dijwar de dimînin û dixebitin. 
 
Karkerên demsalî yên ji navçeya Wêranşar a Rihayê hatine navçeya Yazihan a Meletiyê, di şert û mercên dijwar de dixebitin. Karker ava vexwrinê ji devereke 5 kîlometeryî dûrî konên wan dikişînin. Her wiha tuwalet û serşoyên xwe jî bi naylonan çêkirine. 
 
‘NE DI ETRA KESÎ DE NE' 
 
Ferît Derîntaş (31) anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve karkeriya demsaliyê dike û rojê 12 saetan dixebite û heqdesta wî 80 TL ye. Derîntaş, bilêv kir ku di bin qeleqija havînê de dixebitin û ava xwe ya vexwarinê jî diçin ji devereke 5 kîlometre dûrî wan e dikişînin. Derîntaş, destnîşan kir ku keda wan tê xwarin û got: "Divê mafên karkeran esas bên girtin. Mixabin nayên bîra tu kesî." 
 
Sayike Drîntaş a 48 salî jî diyar kir ku jin hem li nav erdan dixebitin hem jî karê nav malê dikin. Derîntaş, anî ziman ku 12 saetan li nav erd dixebite û paşê tê xwarinê çêdike û êzingan berhev dike û agir vêdixe û got: "Ji ber ku ava me tune ye, em bi zorê serê wxe dişon. Car heye êzing jî bi dest me nakevin û em nikarin çayê çêbikin. Rezaletî yye. Meheke me ye em hatine vir. Em 6 mehên din jî li vir bin. Heger wisa dewam bike em ê giş nexweş bikevin." 
 
‘CIWAN BETAL IN' 
 
Kadîr Derîntaş ê 19 salî jî destnîşan kir ku şert û mercên tê de ne ne yên mirovan e. Derîntaş, anî ziman ku piştî ku dibistana seretayî qedandiye dev ji dibistanê berdaye û bal kişand ser şert û mercên xebatê: "Her diçe rewşa aborî ya Tirkiyeyê xirabtir dibe. Gelek ciwan betal in. Em dixwazin di şert û mercine hîn baştir de bixebitin. Lê ji ber ku derfet tune ye, em tên vî karî dikin."