Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin
Girtiyên li Girtîgeha Dumluyê tên ragirtin diyar kirin ku ji bo wan ava vexwarinê nayê dabînkirin û ragihandin ku îtîrazên wan ên ji bo vê yeke jî nehatiye qebûlkirin.
Abdullah Ocalan ji bo 8’ê Adarê danezanek amade kir
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya 8’ê Adarê danezanek amade kiriye û dê ev di mitîngên 8’ê Adarê de bê xwendin.
Xwediyên ‘Xelata Dostanî û Demokrasiyê’ diyar bûn
Odeya Bijîşkan a Amedê, ragihand ku dê “Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê ya 2026’an” dane Sirri Sureyya Onder û Dr. Gisela Penteker.
Endamên Meclisê ‘bernameya veberhênanê’ protesto kir
Îdareya Taybet a Bajar a Bedlîsê hêj jî bernameya veberhênanê ne aniye rojeva Meclisa Giştî ya Bajar. Endamên Meclisa Bajar jî ev rewş protesto kir û got: “Ev sepan, xespkirina mafê gotinê yê gelê Bedlîsê ye.”
Der heqê rojnameger Zeynep Durgutê de lêpirsîn hate destpêkirin
Der heqê rojnameger Zeynep Durgut de ku talankirina daran a li gundê Êzidiyan kiribû nûçe, li ser giliyê rêeberiya HUDA-PAR’ê ya Midyadê lêpirsîn hte destpêkirin.
Li Rojava piştî Peymana 29’ê Çileyê çi gav hatin avêtin?
Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku Peymana 29’ê Çileyê hêj tam bandor li qadê nekiriye û got: “Hinek gavên ewlehî, îdarî û teknîkî hatine avêtin lê ji ber nêzikatiya hikûmeta demkî, pêvajoya entegrasyonê temam nebûye.”
Koçerê OHD’î: Li gorî hiqûqa navneteweyî Tirkiye mecbûr e mafê hêviyê bisepîne
Endamê Nûnertiya OHD’ê ya Antalyayê Erol Koçer, bal kişand ser biryara DMME’yê ya binpêkirina “mafê hêviyê” ji bo Abdullah Ocalan û got: “Li gorî hiqûqa navneteweyî Tirkiye mecbûr e mafê hêviyê bisepîne.”
Îranê êrişî baregeha Sazmanî Xebat kir
Îranê êrişî ser baregeha Sazmanî Xebat ya li Hewlêrê kir.
Şer di roja 6'an de ye: Êriş li Rojhilatê zede bûne, baregehên rejim hedef hatin girtin
Êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê di roja 6'an de ne. Xalên kontrolê, baregeh û rampayên fuzeyan ên hêzên rejîmê li gelek bajarên Rojhilatê hedef hatin girtin û tê diyarkirin ku di êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye.
Qeyûmekî nû tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin
Piştî Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk wekî Cîgirê Wezîrê Karên Derve hat tayinkirin, Cuneyt Orçun Zor wekî qeyûm tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin.
Dayika Aştiyê Rewşan Doner a wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
Endama Înîsyatifa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Rewşan Doner ku wesayît lê qelibî, bi giranî birîndar bû.
Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê ku Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê berê Ramazan Yurttapan, edîtorê kovarê Haydar Ergul û 3 nivîskar tên darizandin, hate taloqkirin.
Li Rojhilat kîjan partiyên Kurd hene?
Li rojhilatê Kurdistanê 6 partiyên siyasî hene û van partiyan ji bo parastina gel û destkeftiyên gel tifaqeke hevpar ava kirin.
Doza êrişa li dijî Rojnameya Evrenselê hate taloqkirin
Danişîna doza têkildarî êrişa li dijî Buroya Rojnameya Evrenselê ya Îzmîrê bi hinceta temamkirina kêmasiyên di dosyayê de hate taloqkirin.