Du çîrokên serkeftinê
- analîz
- 11:10 16
D.E., ya ku xwe ji tiryakkêşiyê xilas kiriye, got: “Ji nêrînên mirovan direviyam. Ez jiyana xwe ji nû ve ava dikim. Ez dizanim ku her sibeh şansek min a nû heye. Paqijmayîn zehmet e, lê mimkun e.”
D.E., ya ku xwe ji tiryakkêşiyê xilas kiriye, got: “Ji nêrînên mirovan direviyam. Ez jiyana xwe ji nû ve ava dikim. Ez dizanim ku her sibeh şansek min a nû heye. Paqijmayîn zehmet e, lê mimkun e.”
Ji Jineolojiyê Eylem Aktiyê diyar kir ku pergala "kujerê qastîk", bi avakirina yekdestiyê sîstematîkkirina pergaleke êrişkar a li dijî nirxên dayiktiya civakî ye û got: "Lê belê şaristaniya desthilata qastîk hatiye asta dawî. Ev serdem, serdema şoreşa jinê ye."
M.R. ku bi fikra "ji carekê tiştek dernayê" dest bi bikaranîna tiryakê kir û piştî heft salan dev jê berda, got: "Ningê min bûbû teker, min hewl dida tamîr bikim. Mîna pandemiyeke bêdeng bû." B.K. jî ku neh salan bikar anî, got: "Zarokê min ez nas nedikirim. Ji ber ku min wext ji bo wî venediqetand."
Jin û keçên ku tiryakê bi kar tînin, ji ber "demxekirinê" bêtir bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Pispora Xizmeta Civakî Berfîn Ayyildizê diyar kir ku herî zêde zarokên keç maddeyên bixetere bi kar tînin û got: "Jin li şûna ku biçin navendên dermankirinê, divê navendên dermankirinê werin cem jinan."
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç ku li ser tiryakkêşiyê li qadê lêkolîn kiriye, diyar kir ku li şûna gotin û kirinên populîst, pêwîstî bi planên stratejîk heye. Yuksel Gençê got: "Bandorên tiryakkêşiyê yên civakî, siyasî, çandî û herêmî hene. Divê em çareseriyê li vê derê bigerin."
Rojnameger Halît Ermîş têkildarî hilbijartinên Iraqê nivîsand û got Iraq dîsa li ber qonaxeke biryardanê ye û got: “Ev pêvajo ne tenê bi hevsengiyên li Bexdayê, di heman demê de bi helwesta Tehran, Washington û Enqereyê ve girêdayî ye. Hilbijartin qediya, lê têkoşîna esasî niha destpê dike.”
Kesên ku li ser tiryakkêşiyê dixebitin, li hember etîketkirina bajaran, teşhîrkirina şexs/malbatan an jî nîşandana tiryakê wekî tiştekî ku tenê xasê hinek kesan e, nerazî ne. Dêrûnnas Murat Burtakuçîn got: "Pirsgirêkên civakî têkoşîna civakî hewce dikin. Divê em bi wan re têkiliyê deynin."
Tirkiye ku divê di çarçoveya mitabaqeta 10’ê Adarê de ji Sûriyeyê vekişe, li Laziqiyê demografyaya herêmê diguherîne û li ser xeta Heleb-Hema-Dêrazorê jî hewl dide baregehên leşkerî yên nû ava bike.
Welatiyên Iraqê dê tevî fikarên xwe yên têkildarî ewlehiyê, şefafî û baweriyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Di navbera partiyên Kurd de tifaqek nîne û ev jî destê wan zeîf dike. Li hêla din tê gotin ku îxtîmal heye hêzên navneteweyî û herêmî şerekî nû bidin destpêkirin.
Dogan Erbaş diyar kir ku Abdullah Ocalan bi rêya entegrasyona demokratîk armanc dike ku "Kurd daxilî nava hiqûqê bike" û got: "Ev gava ku ji hêla birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin dê dewletê jî neçar bike ku biguhere."
Abdullah Ocalan entegrasyona demokratîk wekî têgeheke sereke di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dibîne. Abdullah Ocalan destnîşan dike ku entegrasyon tenê bi rêya demokratîkbûna komarê û naskirina civakê ji aliyê dewletê ve dikare pêk bê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku Tirkiye weke “gef” nîşan dide, bi tecrûbeya xwe ya 10 salan û şêwazê rêxistiniya xwe, hêza herî girîng e ku di jinûveavakirina Sûriyeyê de rol dilîze.
Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re derketin holê. Li gorî agahiyan; di hevdîtinê de Trump gelek tişt bi dest xist û daxwaza Erdogan a ji bo êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî girêdayî Pentegonê hate kirin.
Mahmoud Patel ê ku li Efrîqaya Başûr piştî pêvajoya aştiyê dev ji têkoşîna çekdarî ber da û bû akademisyen, got li Tirkiyeyê ji bo serketina pêvajoya aştiyê divê Abdullah Ocalan bê berdan.
Tirkiye ku dûrî çareseriya demokratîk disekine, hewl dide li Sûriyeyê bi destê HTŞ û êşîran li dijî Kurdan şer derxîne. Tirkiye ku Dêrazorê, Reqa, Tebqa û Kobanê xistiye hedefa xwe, xebatên xwe yên îstîxbarî kûr dike.