Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
- jin
- 17:52
Li Elihê jin ji bo balê bikişînin ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xelek jiyanê çêkirin.
Li Elihê jin ji bo balê bikişînin ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xelek jiyanê çêkirin.
Endama Meclisa Jinan a HDK'ê Ayşe Ozdamarê diyar kir ku Rojava hêviya hemû gelan û jinan e û got: "Girîng e em jî hêviyê bidin wê berxwedanê." Aktivîsta TJA'yê Selcan Sayiyê jî got: "Em heta dawî li cem berxwedana Rojavayê ne."
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê Jiyan Dêrik diyar kir ku hevalên wan ên li Minbicê hatin qetilkirin, piştî rizgarkirina bajar a DAIŞ’ê pêşengtiya têkoşînê kiribûn û ev tişt anî ziman: “Jin heta ku sax bin dê li dijî vê pergalê bisekinin.”
Ji şervanên YPJ’ê Emîra Mihemmed xelkê Ereb e û Sosin Osêv jî jî Ermen e û li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ber xwe didin. Her du jinan anî ziman ku ew weke parçeyeke Rêveberiya Xweser li ber xwe didin û xaka xwe diparêzin.
Meclisa Jinan a HDK’ê pankarta “Dê jinên berxwedêr qedera Rojhilata Navîn diyar bikin” bi Pira Yuzuncu Yilê ya Îskan Evlerî ya Enqereyê ve daliqandin û bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.
Endama Meclisên Jinên Sosyalîst Satiye Ok balkişand şer û pevçûnan da zanîn ku li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye û divê li her derê jin di nav vê rêxistinbûnê de cih bigirin. Endama Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (MYK) Satiye Ok diyar kir ku HTŞ û SMO ya girêdayî Tirkiyeyê bandoreke neyînî li pêşeroja jin, bawerî, gelan û zarokan dike û bal bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan.
Di encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê de wiha hate gotin: “Biryar hate dayin ku ji bo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn birêz Ocalan çalakî, xwepêşandan û hevdîtinên bên lidarxistin; li dijî qirkirinên jinan li her derê xebatên xweparastinê bên birêxistinkirin û di siyaseta demokratîk de têkoşîna xwe bi rêya akademiyan mezin bikin.”
- Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ji sala 2018’an ve dewleta tirk bi giştî 13 jinên pêşengî ji civakê re dikirin, qetil kir.
Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî di Konferansa Jinan de axivî û diyar kir klu Şoreşa Rojava şoreşa jinê û enternasyonalîst e û wiha bang li îktîdarê kir: “Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin.”
Jina bi navê Denîz Erkan a janên welidînê dijiya û çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, jiyana xwe ji dest da.
Di doza qetilkirina Hasret Tutalê de dadgeha herêmî bi hinceta “başhalî”yê cezayê kujer Şervan Gulal daxistibû 25 salan. Ev ceza, ji hêla Dadgeha Herêmê ya Dîlokê ve hate erêkirin.
MKG’ê rapora xwe ya meha Mijdarê eşkere kir. MKG’ê diyar kir ku derheqê 7 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, derheqê 7’an de doz hate verkirin, 38 rojnameger hatin darizandin û li 7 rojnamegeran bi giştî 2 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.
Dîlan Durmuş a ducanî ku ji bo welidînê rakirin nexweşxaneya Elkê, bi hinceta “pisporê/a welidînê tune ye” mudaxile lê nehate kirin. Dîlan Durmuş a ku zarokê wê li nexweşxaneyê bû, ji ber ku xwîn ji hundirê wê çû jiyana xwe ji dest da.
Li Amedê di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqediya. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin” de “Atolyeya Xweparastinê” de hatibû destpêkirin û di atolyeyê de jin tên perwerdekirin ku bikarin xwe ji tundiyê biparêzin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê vekir. Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got ku xeyala Nagihan Akarsel li Wanê bi cih hatiye.