Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî

img

ENQERE - Aborînas Ozgur Muftuoglû, diyar kir ku ji polîtîkayên neo-lîberal ku AKP bi rêbazên zextan pêk tîne muxalefet jî berpirsyar e û destnîşan kir ku hişmendiya rêveberiyeke ku demokrasiyê pêk neyne dê ji AKP’ê necudatir be. 

 
AKP ya ku di encama qeyrana aborî de bû desthilatdar, bi polîtîkayên neo-lîberal ên ku di 19 salan de meşand aborî anî asta herî xerab. Her roj zêdebûn, buhabûn û zêdebûna fatûreyan, tesîrê li ser jiyana civakê dike. Tevî ku daneyên fermî û nûnerên hikûmetê pêşniyaz dikin ku di aboriyê de pêşketinek heye jî, hêza kirîna civakê her tim kêm dibe. Bêkarî, firotin û taybetkirina çavkaniyên cemaweriyê, kedxwarî û nelirêtî roj bi roj zêde dibe. Di pênc salên dawî de, budçeya ku ji bo şer tê xerç kirin, veberhênanên veşartî, çavkaniyên ku bi riya Fona Hebûnê têne talan kirin, pêşkêşkirina îhaleyan û talana xwezayê hîn kûrtir dibin.
 
Aborînas Ozgur Muftuoglû, polîtîkayên neolîberal ên AKP’ê, helwesta muxalefetê, xizanî û bêkarî nirxand û ji bo çareserkirina pirsgirêkên aboriyê rê nîşan da.
 
DERVÎŞ ANÎ AKP’Ê XIST MERIYETÊ 
 
Muftuoglû, diyar kir ku polîtîkayên neo-lîberal ên di sala 2001’an de Wezîrê Dewletê yê ji Aboriyê Berpirsyar Kemal Dervîş anîn, AKP’ê xistin meriyetê. Muftuoglû, bi lêv kir ku AKP bi tifaqên ku avakirine re li se piyan dimîne û bi bîr xist ku ev tifaq hêzên weke cemaet û dewleta kûr in. 
 
ROLA MUXALEFETÊ
 
Muftuoglû, da zanîn ku AKP ji destpêkê heta niha polîtîkayên kapîtalîzmê bi rê ve dibe. Muftuoglû, bi lêv kir ku ji zedebûna bêkarî û xizaniyê rola muxalefetê jî heye û wiha got: “Ji ber ku li dijî van polîtîkayan muxalefetê civak nexist pişta xwe û polîtîkayeke ku pirsgirêkan çareser bike pêkneanî. Partiyên muxalefetê nekarîn alternatîfeke cuda pêk bînin.”
 
MUXALEFETÊ PIŞTEVANIYA ŞER DIKE
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku muxalefetê piştevaniya politikaya şer a AKP’ê dike û wiha berdewam kir: “Muxalefetê piştevaniya hemû pêvajoyên şer ên hûndir kir. Ji binpêkirinên mafên mirovan re bêdeng ma û heta piştevaniya wê kir. Niha hûn ê çawa ji nişkê ve hukûmetê bi muxalefetê re biguhezînin û her tişt dê xweş û baş bibe? Ne gengaz e. Îro, piraniya welat ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin. Lewma, muxalefet herî kêm bi qasî AKP'ê berpirsyar e. Nikare ser tiştên heta niha hatine kirin peçinîne û rûpeleke nû veke. Hewceye ku hesaba van hemûyan were pirsîn. Divê bi vê yekê re rûbirû bimînin. Nexwe, bi mijara 'bila ev biçe, ev were' aborî wê çêtir nebe.”
 
Mûftûoglû, anî ziman ku sendîka û saziyên demokratîk jî ji qeyrana îro heyî berpirsyar in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Qanûna Kar derbas bû bêdeng man. Dema Qanûna Ewlehiya Civakî, mafê teqawîdan ji holê hatin rakirin bêdeng man. Ji ber wê yekê ne tenê partî hêzên muxalefetê yên civakî jî heta pêvajoya sala 2011’an performanseke nebaş nîşan da.”
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku ne pekane civak di hawîrdorên antîdemokrat de bigihîjin bextewariyê û wiha pê de çû: “Ev rewşa ku em îro dijîn ev e. Kes nikare pirsgirêkên xwe bibêje. Zikê mirovan birçî ye û dema hat asteke ku serî hilde jî hêzên ewlehiyê tavilê li wî mirovî siwar dibin. Ji ber vê yekê, mirov nekarin bibêjin ku ew birçî ne. Civak di bin zextê de ye. Di mekanîzmayek wisa de, ne pekane ku mirov hinekî rihet bibin û bigihîjin bextewariyê. "
 
EWILÎ DEMOKRASÎ
 
Muftuoglû, da zanîn ku çareserkirina qeyrana aboriyê di demokrasiyê de derbas dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hişmendiya rêveberiyeke ku demokrasiyê nede jiyîn dê ji AKP’ê cuda nebe. Ewilî demokrasi pişt re aborî tê. Ez wan kesên ku îro polîtîkayên aboriyê yên AKP’ê rexne dikin dibêjin ‘Em ê polîtîkayên baştir bi rê ve bibin’ ji dil nabînim. Ji ber ku divê hûn beriya her tiştî derdoreke demokratîk ku civak bikaribe xwe îfade bike ava bikin. Divê hûn hiqûqê bingehîn bikin, divê herkes bawerî hiqûqê bike. Polîtîkayên neo-lîberal û rejîmên otorîter ên antî-demokratîk pir bi hev ve girêdayî ne. AKP’ê jî ev pêwistî pêk anî. Divê ev bê guhertin. ”
 
MA / Berna Kîşîn