108 saziyan pişgirî da 300 karkeran

img
RIHA - Li Rihayê 300 karker ji tekstîla favrîkayê hatine derxistin. 108 rêxistinên sivîl piştevaniya karkeran kirin. 
 
Li Fabrîkaya Tekstîlê ya Ugur a li Rihayê 300 karker ji ber ku endamên Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya girêdayî DÎSK’ê bûn, bi hêceta Kod-18’ê ji kar hatin derxistin. 108 rêxistinên ji sendîka, rêxistinên meslekî û komeleyan pêk tên piştevaniya karkeran kirin. Îro di navbera xwediyê kar û karkeran de hevdîtin tê kirin. Beriya vê hevdîtinê 108 rêxistinan daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin “Em li cem karkerên Tekstîla Ugur in ku ji kar hatin derxistin û ji bo mafê xwe yên sendîkayê li ber xwe didin.”
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku karker bi endambûna sendîkayê mafên xwe yên yasayî bikar anîne û ji rêveberên Tekstîla Ugur hat xwestin ku daxwazên karkeran qebûl bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew piştevaniya berxwedana karkeran dikin.