Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!

img

NAVENDA NÛÇEYAN -  Li gorî hemû demên derbasbûyî, dolar gehişt asta herî bilind û bû 9.05 lira. Euro jî derket asta 10.47'an.

 
Di roja yekem a bazirganiyê ya hefteyê de, dema ku bazarên navxweyî girtîbûn, rêjeya dolar/TL a di roja yekem a hefteyê de asta 9 derbas kir. D di roja duyemîn a bazirganiyê ya hefteyê de jî, bilindbûna xwe berdewam kir û derket asta rekorê. Rêjeya dolar/TL ji 9.05 derbas kir û gihîşt asta herî jor.
 
Hilberîna bendên 10 salan ên Amerîkayê ji sedî 1.60 daket jêrê û endeksa dolar jî ji sedî 0,1 kêm bû. Di heman demê de Euro jî, asta rekorê şikand û 10,47 derbas kir.