Koçer îsal zû ji zozanan vegeriyan

img

ŞIRNEX- Koçerên ku ji ber qedexekirina zozanan zehmetiyê dikişînin, îsal ji ber bihabûna kayê bifikar in ji bo xwedîkirina hewaynên xwe. Koçerên îsal zû ji zozanan vegeriyan gotin: "Bila qedexeyên eskerî bên rakirin." 

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, koçer îsal ji ber hişkesaliyê zû ji zozanan vegeriyan. Zozanên li Herêma Besta û Namaz, Çirav û Herekolê bi piranî bi hinceta "herêma eskerî" hatine qedexekirin û yên li herêmên din jî têra sewalvanan nakin. 
 
Mudur Rûvanas (45) ku li gundê Biyakûp ê Cizîrê dijî û debara xwe bi sewalvaniyê dike, anî ziman ku her sal di meha Nîsanê de diçe Zozana Çemê Karê ya li quntarên Çiyayê Herekolê yê navçeya Berwarî ya Sêrtê. Rûvanas, diyar kir ku tevî 600 pezên malbata xwe çûye, lê ji ber ku li wir çêre kêm bûye ji bêgavî cardin vegeriyaye û hatiye Cizîrê. Rûvanas, da zanîn ku car heye peya, car heye jî bi wesayîtan diçin zozanan û ev rêwîtiya wan 10-15 rojan dewam dike. 
 
Rûvanas, destnîşan kir ku îsal ji ber hişkesaliyê fiyetê ceh û kayê biha bûye û ji ber vê barê sewalvanan giran bûye. 
 
KÎLOYA PENÊR 20 TL
 
Rûvanas, da zanîn ku ji bo çêrandina 600 pezî salê 40 hezar TL heqê zozanê didin û got: "Li herêmeke zozanî nêzî 4-5 hezar pez hene. Malbatên tên zozanan jixwe re konan vedidin. Rojê 200 kîlo penêr ji şîrê pez tê çêkirin. Em kîloya penêr bi 20 TL'yî difiroşin penêrvanan." 
 
FIYET PIR BIHA BÛNE
 
Rûvanas, destnîşan kir ku îsal ji ber hişkesaliyê çêre jî kêm bûye û ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: "Ji ber fiyetê ka û ceh kes naxwaze heywanan bikire. Par me cota pez bi 4-5 hezaran difirot, lê îsal em ên herî baş bi 2 hezarî difiroşin. Par tona kayê bi 500 TL'yî bû, lê îsal em bi hezar TL'yî dikirin. Her wiha tona ceh par bi hezar û 500 TL'yş bû, lê îsal bûye 3 hezar. Her wiha dermanên heywanan jî pir biha bûne. Şûşeya dermanê paramacûnê par bi 40 TL'yî bû, îsal bûye 100 TL." 
 
Rûvanas, diyar kir ku niha ketine etra heywanên xwe ku dê zivistanê wan çawa xwedî bikin û got: "Ger baran neyê û giya şîn neyê, em ê perîşan bibin. Zivistanê em ê wan di axuran de bi ka û ceh xwedî bikin. 600 mihên min hene. Vê zivistanê pêdiviya min bi 50 ton ceh û 200 ton ka heye. Gava em van mesrefan hesab bikin, di dest me de tiştek namîne. Her diçe sewalvanî qels dibe." 
 
QEDEXE 
 
Rûvans, bal kişand ser zozanên ku bi hinceta "herêma eskerî" hatine qedexekirin jî. Rûvanas, xwest rojek berî rojekê ev qedexe bê rakirin û di dawiya axaftina xwe de got: "Ji be rku piraniya zozanan qedexe ne, em nikarin biçin wan. Ji ber vê deverên çêreyê jî kêm bûne. Em dixwazin qedexeya li ser zozanan bê rakirin. Her wiha em dixwazin fiyetê ka û ceh jî erzan bibe. Heger wisa dewam bike, dê kes nikaribe sewalvaniyê bike." 
 
MA / Omer Akin