Budçeya 2022’yan: Budçeya parastinê ji sedî 30 zêde bû

img

ENQERE - Di Pêşnûmeya Qanûna Budçe ya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022’yan a pêşkîşê Serokatiya Meclîsê hat kirin de, budçeya ji bo Parastin û Ewlekariyê hat veqetandin ji sedî 30 zêde bû. Budçeya parastinê, bi vî awayî bû 181 mîlyar lîre. 

 
Pêşnûmeya Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022’yan a ji aliyê Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Tayyîp Erdogan ve hat îmzekirin, pêşkêşî Meclîsê hat kirin.
 
Li gorî Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022’an ku di 15’ê Cotmeha 2021’an de ji aliyê Serokatiya Stratejî û Budçeyê ve ji Meclîsa Tirkiyeyê re hat şandin; Behra ji bo Budçeya Giştî weke Trîlyonek û 750 Milyar lîre û bendewariya Dahata Budçeyê jî, Trîlyonek û 472 Milyar lire hat veqetandin.  
 
Budçeya ji bo Parastin û Ewlekariyê hat veqetandin jî ji sedî 30 zêde bû. Budçeya parastinê, bi vî awayî bû 181 mîlyar lîre.