Karkerên Ûgûr û Ozakê daxwazên xwe rêz kir

img
RIHA - Karkerên tekstîlê yên tekstîlên Ûgûr û Ozakê, bi daxuyaniya ku dan destnîşan kirin ku wê çalakiyên wan bidomin û daxwazên xwe rêz kirin. 
 
Karkerên tekstîlê yên endamê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) ku li tekstîlên Ûgûr û Ozakê dixebitîn û ji kar hatibûn derxistin, li Qada Topçû ya navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê daxuyanî dan. Nûnerên partiyên siyasî yên li bajar jî piştgirî dan karkeran. Di daxuyaniyê de karkerê Tekstîla Ûgûra Erdal Ayata axivî û diyar kir ku ji ber bûne sendîkayî neheqî, zext li wan hatine kirin û gef li wan hatine xwarine.
 
Ayata, bi bîr xist ku 100 karker ji ber bûne emdamê sendîkayê bi zora cendirmeyan ji kar hatine derxistin û got ku heta vegerên kar dê çalakiyên xwe bidomînin û daxwazên wan wiha rêz kir:
 
“* Bila hemû hevalên me yên karker bigirin kar. 
 
* Bila heqdesta rojên me yên em nexebitîne razînin.
 
* Nûnerên markayê, bila bi me karkeran û nûnerên karkeran ên endamên komîteya me diyar kiriye re hevdîtin pêk bînin û giliyên me guhdar bikin. 
 
* Em daxwaz dikin ku piştî ji bo kar careke din bên girtin rêveberiya kargehê nûnerên komîteya karkeran muxatab bigire û bi me peymana komkariyê bike."
 
Daxuyanî bi dûrişmeyên "Ya tev bi hev re ya ne kes ji me" û "Em ê bi bexwedanê qezend bikin" bi dawî bû.