Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an

img
ENQERE - "Kûra bilind û faîza daxistî" ku Desthilata AKP'ê re jê re dibêje "pergala nû ya aboriya Tirkiyeyê" jî bandor li enflasyonê nekir. Li gorî daneyên binîqaş ên TUÎK'ê enflasyona salê ji sedî 21.31'an derket ji sedî 36.08'an. 
 
Mudaxaleyên desthilata AKP'ê yên li aboriyê jî bandor li enflasyonê nekirin. Saziya Statîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), daneyên enflasyonê yên sala 2021'an aşkera kir. Li gorî daneyên ku hatine aşkerakirin, "kûra bilind û faîza daxistî" ku Desthilata AKP'ê re jê re dibêje "pergala nû ya aboriya Tirkiyeyê" tu bandor li enflasyonê nekiriye û derxistiye asta herî jor a 19 sal in dawîn. Di meha kanûnê ya sala 2021'an de li gorî hesabkirina mehê ji sedî 13.58 zêde bûye. Enflasyona salane ku di meha mijdarê de ji sedî 21.31 bûye di meha kanûnê de derketiye ji sedî 36.08'an. Bihayên hilberînin navxweyî di meha kanûnê de ji sedî 19.08 zêde bûye. 
 
DANEYÊN ENaGrup'Ê CUDA NE
 
Koma Lêkolînên Enflasyonê ku di mijara daneyên enflasyonê de li dijî TUÎK'ê xebatên alternatîf dike, daneyên enflasyonê yên sala 2021'an û meha kanûnê aşkera kir. Li gorî daneyên vê komê di meha kanûnê de enflasyon ji sedî 19.35 zêde bûye û rêjeya zêdebûnê derketiye ji sedî 82.81'an.