Li Semsûrê piştî ku tûtin di bin kavilan de ma fiyetê wê ji sedî 100 biha bû

img
SEMSÛR - Hilberînerên tûtinê ku li Semsûrê çavkaniya debarê ye, diyar kirin ku piraniya tûtina wan di bin kavilan de maye û wiha gotin: “Êdî tûtineke ku em bifiroşin tune ye. Berê me li vir kîloya wê bi 150 TL'yî dida, niha bûye 300 TL."
 
Li Semsûrê ku ji ber erdhejê bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran kes li kolanan man. Tûtin ku çavkaniya sereke ya debara gel e, di bin kavilên embaran de ma. Cotkarên ku bi saxî ji erdhejê rizgar bûn, gotin: "Êdî tûtineke ku em bifiroşin tune ye. Berê me li vir kîloya wê bi 150 TL'yî dida, niha bûye 300 TL."
 
Yaşar Beke (47) diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve tûtinfiroşiyê dike û got ku wî ev pîşe bav û kalên xwe wergirtiye. Beke destnîşan kir ku tûtina Semsûrê li seranserê cîhanê bi nav û deng e û wiha domand: "Tûtina me bi taybetî di warê kişandinê de pir bi qalîte ye. Mala me îsal xera bû. Erdhej çêbû. Hemû bajar wêran bû. Gel di bin kavilan de ma. Hemû dewlemendiya gel di bin kavilan de ma. Tûtina me jî di bin kavilan de ma. Em êdî nikarin tûtinê ji bo firotinê peyda bikin. Tûtina me hindik maye. Lê em nikarin wê derxin derveyî bajêr. Dema me di rê de digrin, tûtina me desteser dikin û ceza li me dibirin. Dema em bên girtin, em 5 salan bixebitin jî em nikarin wê zirarê safî bikin. Di dest me de tenê tûtin hebû. Çav berdane wê jî." 
 
Beke da zanîn ku ji ber tûtina wan di bin kavilan de maye nizanin wê îsal çawa derbas bikin û wiha pê de çû: "Zarokên me hene, xwendekarên me hene. Zarokên me dev ji dibistanê berdane û hatine. Em nikarin wan bişînin dibistanê jî. Em nizanin em ê çi bikin."
 
JI SEDÎ SED BIHA BÛYE
 
Huseyîn Bûdak (50) ku got "Me îsal top avêt" bilêv kir ku di erdhejê de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û yên sax filitîne jî bi xwe ve nehatine û bi alîkariyên gel li ser pêyan e. Bûdak da zanîn ku berê bi tûtinê debara xwe dikirin û ev tişt anî ziman: "Mirov ji me tûtinê dixwaze, lê ji ber ku piraniya tûtinê di bin kavilan de maye em nikarin têra wan bişînin û jixwe fiyet jî biha bûye. Niha em tûtinê ji Meletî, ji Çêlikanê dikirin. Berê me li vir kîloya wê bi 150 TL'yî dida, niha bûye 300 TL."
 
Derwîş Temel (53) jî ku 20 sal in li Semsûrê debara xwe bi tûtinfiroşiyê dike, anî ziman ku beriya erdhejê tûtina li zeviyê kom kirine û xistine emberan. Temel diyar kir ku dema di erdhejê de avahî hilweşiyan tûtina her kesî di bin kavilan de maye û niha ya li ber destê wan pir hindik e. Temel destnîşan kir ku pir xisirîne û got ku ji ber vê nizanin wê çi bikin. 
 
MA / Omer Akin - Zerrîn Sargût