Li gorî TUÎK’ê aborî mezin dibe

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê sînorê xizantiyê derdora 33 hezar TL ne lê li gorî TUÎK’ê aboriya Tirkiyeyê ji sedî 4 mezintir bû. 

 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên Berhema Giştî ya Navxweyî (GSYH) a çaryeka yekemîn a sala 2023’yan eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê lêçûnên aboriya Tirkiyeyê 104 milyar dolar in û tevî erdhejên navenda wan Mereşê jî di çaryeka ewil a salê de aborî ji sedî 4 mezin bû. 
 
SEKTORA XIZMETÊ 
 
Li gorî daneyan, lêçûnên mezaxtinê yên malbatekê li gorî çaryeka ewil a sala par di vê salê de ji sedî 16,2 zêde bûn. TUÎK’ê diyar kir ku lêçûnên mezaxtinê yên talî yên dewletê ji sedî 5,3 û avabûna sermayeya neguhêr a giştî jî ji sedî 4,9 zêde bû. 
 
Li gorî rêzê sektorên herî zêde bandoreke erênî li mezinbûna aboriyê kirin wiha ne; sektora xizmetê, sektora pîşeyî, sektora îdarî, çalakiyên xizmetên piştevaniyê, fînans û sektora sîgortayê ye. 
 
ÎNŞAET
 
Li hêla din di sektorên çandinî û pîşesaziyê de jî paşketin çêbû. Sektora înşaetê ji sedî 5,1 mezin bû û di nava 5 salên dawî de sektora herî zêde mezin dibe. Li gorî fealiyetên GSYH’ê diafirîne; di çaryeka nû ya îsal de li gorî çaryeka ewilî ya sala par sektorên xizmetan ji sedî 12,4, xizmetên pîşeyî, îdarî û piştevaniyê ji sedî 12,0, fealiyetên fînans û sîgorteyan ji sedî 11,2, fealiyetên agahî û ragihandinê ji sedî 8,1, fealiyetên xizmetên din ji sedî 7,8, înşaet ji sedî 5,1, fealiyetên rêveberiya cemaweriyê, perwerde, tenduristiya mirovan û xizmetên civakî ji sedî 3,6 û fealiyetên neguhêzbaran ji sedî 1,4 zêde bûn. Sektora çandiniyê ji sedî 3,8 û ya pîşesaziyê jî ji sedî 0,7 kêm bûn.