Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe

img
ENQERE - Wezareta Xizîne û Darayî ji bo 311,2 milyar lîre deynê navxweyî yê serdema mehên hezîran-tebaxê dê 215 milyar lîreyan deyn bike. 
 
Wezareta Xizîne û Darayî stratejiya xwe ya deyndariya navxweyî ya serdema hezîran-tebaxê eşkere kir. Li gorî plana wezaretê; ji bo 311,2 milyar lîre deynê navxweyî dê di hundir de xwe 215 milyar lîreyan deyndar bike. 
 
Li gorî bernameya Fînansmanê; xizîne dê di meha hezîranê de ji bo 57 milyar lîre deynê navxweyî, dê di nav xwe de 50 milyon lîreyan deyn bigire. Di meha tîrmehê de ji bo 123,3 milyar lîreyên deynê navxweyî dê 80 milyar lîre û ji bo 130,9 milyar lîreyên deynê navxweyî yê meha tebaxê jî dê 85 milyar lîreyan xwe di hundir de deyndar bike.