Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe

img
WAN - Xelkê Wanê li ber bihabûna tiştan ku piştî hilbijartinê jî berdewam dike bi gilî û gazin in û gotin: “Em nikarin êdî nan bikirin. Her ku ew bilind dibin, aborî kêm dibe.” 
 
Ji ber polîtîkayên xerab ên aboriyê ku bi destê îktidara AKP’ê pêk tê her ku diçe aboriyê ser û bin dike û bi bihabûna dolar, Euro, zêr re krîz kûrtir dibe. Pereyê tirk bêqîmet dibe. AKP a ku mudaxileyî piyasayan dike, piştî hilbijartinê jî çareseriyê di bihakirina tiştan de dîbîne û rewşê aniye wê astê ku xelk nikare debara xwe bike. 
 
Piştî hilbijartinê benzîn 3 caran biha bû û 66 qirûş lê zêde bû. Her wiha bihayê gelek zxîreyan jî biha kirin. Rûnê zeytûnan ê 5 lître 479 TL bû derket 525 TL’yî, kîloyek û nîv zeytûnên kesk ji 56,50 TL’yî derket 86 TL’yî. Şîrê pitikan ê 400 xeram di di 28’ê gulanê de 176 TL bû niha derketiya ye 230 TL’yî. Kîloya goştê sor ji 500 lîreyî bihûrî û kîloya qîme jî 300 lîre ye. Her wiha di nava mehekê de birinc û arvan jî biha bûne. 
 
Li kuçeyên Wanê xelkê gilî û gazinên xwe yên ku nikarin debara xwe bikin anîn ziman. 
 
PIŞTÎ HILBIJARTINÊ HER TIŞ BIHA BÛYE
 
Îskender Berge diyar kir ku ew serê sibehê çûye markete û xebera zemê wergirtiye û got: “Her tiştî zem kirine. Em jî bêjin vala ye, em nizanin em ê çi bikin. Me dizanibû ku ev werin bijartin wê her tişt biha bibe. Du sê roj di ser hilbijartinê re derbas bû her tişt biha bû. Çay, şekir û cixare hatiye bihakirin.” 
 
‘BI VÊ HIKÛMETÊ RE WÊ HER TIŞT XERAB BIBE’ 
 
Mustafa Algor jî destnîşan kir ku sedemê krîza aborî û krîzên din hikûmet e û her ku wê biçe bi vê hikûmetê re dê rewşa her tiştî xerab bibe. 
 
‘SEDEM HIKÛMET E’ 
 
Mehmet Kavak jî diyar kir ku aboriya xelkê tengav bûye û got: “Sedemê vê krîzê hemû hikûmet e. Heke heq û hiqûq were dê ev pirsgirêk jî çareser bibin. Ez bi meaşek teqewîdê 5 kesan xwedî dikim. Her roja ku diçe rewşa me xerab dibe.” 
 
‘ABORÎ KAMBAX BÛYE, SEDEM AKP YE’ 
 
Eyup Ulak jî da zanîn ku bi milyonan kes betal in û got: “Aborî kambax bûye, mirov betal in. Sedemê vê yekê AKP ye. Her ku ew radibin aborî jî kêm dibe. Çend sal berê rewşa me baş bû. Lê her ku çû xerab bû. Heta ku ev li ser kar bin wê aborî rast nebe.” 
 
Osman Altin jî diyar ku divê aborî biguheriya lê nebû û wê ji niha şûn ve her kes êşa vê bikişîne. 
 
NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIRIN 
 
Osman Demîr jî got ew bi firoşkariya li ser tableyê debara xwe dike û ew nikarin tiştekî bikirin û tiştên ji bo mitbexê êdî nayên kirîn. 
 
Huseyîn Yilmaz ê teqewîd bûye jî anî ziman ku meaşê xwe çawa distîne wisa jî diçe û got: “Nanek bûye pênc şeş lîre. Çayek bûye 5 lîre. Sûcê me ye. Me wî bijart û rewş wisa bû. Me berê dikaribû goşt bixwara, niha em nikarin goşt jî bixwin.”
 
‘ÎNSAN NIKARIN NAN BIXWIN’ 
 
Alî Ozer ê ku sewalan xwedî dike jî destnîşan kir ku êdî însan nikarin nan bikirin û zikê xwe têr bikin. 
 
‘WÊ ÇIQAS XERA BIBE’ 
 
Riza Yildirim jî ev pirs kir, “Gelo wê ji niha şûn ve êdî çiqas aborî xerab bibe?” û da zanîn ku êdî pere di nav xelkê de namey û xelk nikare tiştekî bikire. 
 
‘ME MEHKÛMÎ ÎRANÊ KIRIYE’ 
 
Sebahat Avci jî anî ziman ku bi salan raya xwe daye AKP’ê û got: “Her ku diçe rewşa her tiştî xerab dibe. Aborî têk diçe. Her cara ku em raya xwe didinê poşman dibin. Her tişt di destê Erdogan de ye, ew bixwaze wê her tişt kêm bibe.” 
 
Tûran Erdî jî da zanîn ku Wan bajarek sînorî ye û got: “Erdogan bi lîderiya dinyayê pesnê xwe dide. Lê mixabin me mehkûmî Îranê, Iraqê kiriye. Welatiyên xwe teşwîqî bazirganiya derveyî sînor. Heta em ji sînor derbas dibin, 50 caran me lêgerîn dikin. Piştî hilbijartinê demildest her tişt biha bûn. Serê deqîqeyê zem tê kirin. Li vir zilm û şer heye.”