Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike

img
AMED - Hosteyê nexşandina kevirên Qirêjdaxê Cûma Balikçi destnîşan kir ku êdî tu hosteyên bi teknîka kevn hostetiyê dikin nemane û niha ew bi tenê bi teknîka kevn keviran dinexşîne. 
 
Wek ku tê zanîn ku gelek kevneşopiyên kurdan ji ber faktorên şer, dagirkirin, xwedîderneketinê û hwd. ber bi ji bîrkirinê ve çûne. Di sedsala dawî de jî ku teknolojî gelek li pêş ketiye û hemû kar û bar bi amûrên teknolojîk tên kirin, gelek pîşeyên kevn ber bi qedandinê ve diçe. Teknolojiya ku hêsaniyê daye kar, şixûl û xebatan êdî pêwîstî bi keda mirovan nehiştiye. Her der êdî xwedî makîneyên cur bi cur in û hemû tişt bi wan makîneyan tên kirin. Li Amedê ji gelek salên kevn ve hostetiya keviran weke pîşeyekê cihê xwe girtiye û berhemên dîrokî jî hatine afirandin. Bircên Amedê û xaniyên di nava Sûrê de mirov dikere weke mînak nîşan bide. Lê hostetiya keviran, êdî ji ber amûrên teknolojî û makîneyan ber bi jibîrkirinê ve diçe. 
 
GIRÎNGIYA KEVIRÊ BAZALTÊ
 
Di avahisaziya Amedê de kevirê bazaltê cihekî gelek girîng digire. Kevirê bazaltê, 100 hezar sal berê ji Qirêjdaxê ku volqaneke vemirî ye hatiye anîn û nasnameyeke nû daye mîmariya Amedê. Ev kevir pêşî di çêkirina sûran de û piştre jî di çêkirina xan, xanî û kolanan de hatine bikaranîn. Kevirê bazalt ku bi navê "Kevirê Qirêjdaxê" jî tê binavkirin, bi Ameda ku ji beriya hezar salan şûnwarên Hûrî û Suryaniyan ve hatiye bicihkirin, bi sedsalan di destê hosteyan de hatiye xemilandin. Kevirê bazalt yan jî Kevirê Qirêjdaxê li dijî alkali û asîdên kîmyewî li ber xwe dide. Ew kevir, xeterek kanserojenî nagire. Wekî din Kevirê Qirêjdaxê, ji bo hawirdorê nabe xetere. Bi vê taybetmendiyê, ev kevir hem dibin debara welatiyan û hem jî hogirê xwezayê ye.
 
DI AMÛRÊN KU BI XWE ÇÊDIKE DE ECÎNÊ DIFIROŞE
 
Cûma Balikçi ku di dikana xwe ya biçûk a li Deriyê Mêrdînê ya Sûrê vekiriye de hostetiya keviran dike, ji aliyê din ve bi berhemên ku bi keviran çêdike ecînê jî îkramî muşteriyên xwe dike. Dema ku mişteriyên wî li ser mase û kursiyên ku ew çêdike rûdinin, ew xwarinên li ser lewheyên kevirî yên ku bi xwe çêkiriye jî dide wan. Dikana Balikçi ya çîgkofteyê ji ber amûrên ku bi kar tîne gelek balê dikişîne. 
 
BAVÊ WÎ JI ERMENAN EW JÎ JI BAVÊ XWE HÎN BÛYE 
 
Cûma Balikçi yê ku hostayê keviran e û niha jî ji ber bêderfetbûnê ecînê difiroşe, behsa têkiliya xwe ya bi keviran re kir û destnîşan kir ku ew ji bavê xwe hînî vî karî bûye. Balikçi da zanîn ku bavê wî jî, ev pîşe ji ermeniyan girtiye û wiha got: “Ez di 9 saliya xwe de li cem bavê xwe hîn vî karî bûme. Bavê min li ser kemera avê ya bin Birca Keçikê aşek hebû. Hem aşvan bû hem jî hosteyê nexşandina keviran bû. Ez jî li cem wî hîn nexşandina keviran bûm. Ev amûrên ku hûn dibînin hemû min bi teknîka kevn a bi ‘çakûç’ û ‘mîxar (keskî)’ çêkirine. Birc, mizgeft û dêrên me çawa hatine çêkirin, min jî bi wê teknîkê çêkiriye. Kevirê ku ez bikar tînim jî kevirê bazalt yanî kevirê Qirêjdaxê ye û çi mîkrop ji van keviran nayê mirovan. Ev teşta ku ez niha bikartînim, min di 3 mehan de çêkiriye. Kevirên ku ez bikar bînim jî, diçim ji xweza û înşaetan kom dikim. Ji xwe hemû derên Amedê kevir in. Kevirên ku ez dinexşînim, hemûyan jî di karê xwe de bikar tînim.”
 
‘KEVIR HEVALÊ MIN E’ 
 
Balikçi bal kişand ser têkiliya di navbera xwe û keviran de û wiha got: “Kevir hevalê min e. Tu çiqas rind nêzîk kevir bibî, kevir jî dê ewqas rind xwe îfade bike. Lê mixabin êdî kesek ku vê pîşeyê berdewam bike nemaye. Tenê niha hosteyek heye ez dizanim, lê ew jî bi teknîkên nû vî karî berdewam dike û teknîka xwe nîşanî berdestkên xwe dide. Teknîka ku ez bikar tînim ji dîrokê tê û niha ti hosteyên ku vê teknîkê bikar tîne nemaye. Min jî dest jê berdabû, lê di bûyerên Sûrê de, ji ber bêhntengiyê dîsa min dest pê kir.”
 
MA / Bazîd Evren