Dolar derket 21 lîreyan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi destpêkirina saetên mesaiyê re nirxê dolar ê li hemberî lîreyê tirk zêdetir bû. Dolar îro bi 21,12 lîreyan dest bi rojê kir. 
 
Lîreyê tirk her ku diçe li hemberî dolar bêhtir bênirx dibe. Dolarê ku beriya hilbijartinê roj bi roj radibû, piştî hilbijartinê jî radibe. Di roja ewil a nava hefteyê de dolar derket 21 lîreyan û rekoreke din jî derbas kir. Dolar, li gorî roja dawî ya hefteya din 0,94 lîreyan rabû û îro bi 21,12 lîreyan dest bi rojê kir. Dolar, beriya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê di bin 20 lîreyan de bû. 
 
Li Kapaliçarşiyê dolar bi 21,38 lîreyan û li bankan jî li ser 22 lîreyan e. 
 
Euro jî 0,78 zêde bû û derket 22,70 lîreyan.