Lîreyê tirk li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe

img
ENQERE - Du di saetên piyasa girtî de dolar derket 22,20 TL’an û îro ji saetên serê sibehê ve jî derket 22,83 TL’an. 
 
Dolar her ku diçe radibe û li ser hev rokaran derbas dike. Beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê dolar bi 19,57 lîreyan, beriya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya 28’ê Gulanê jî dolar bi 19,97 TL’an bû. Di nava 8 rojên piştî hilbijartina 28’ê Gulanê de dolar 2,5 lîreyan rabû. Dolar, duh derket lûtkeyê û îro hêj jî bêhtir rabû. Du di saetên piyasa girtî de dolar derket 22,20 TL’an û îro ji saetên serê sibehê ve jî derket 22,83 TL’an.