Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe

img
AMED - Amediyan ji bo çareserkirina krîza aborî ku her diçe kûrtir dibe şîret li desthilatê kirin, gotin ku divê polîtîkayên şer bi dawî bibin. 
 
Di hilbijartinên vê dawiyê de Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan cara sêyan bû serokkomar û bi kabîneya xwe ya nû peyama ku dê aboriyê xurt bike da. Mehmet Şîmşek ê ku di kabîneya nû de bû Wezîrê Xezîne û Maliyeyê, di daxuyaniya xwe ya ewil de bal kişand ser rewşa xirab a aboriyê û got ku ew ê hewl bidin ku enflaysonê kêm bikin. 
 
Amediyan şîret li Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek kirin û ji bo çareseriyê îşaret bi bidawkîkirina polîtîkayên şer kirin. 
 
‘ABORÎ RÛXIYA, ÇARESER NABE'
 
Faîk Sîlvanli bal kişand ser rêjeya betaliyê ya bajêr û wiha got: "Kar û bar tune ye." Sîlvanli destnîşan kir ku di dema hilbijartinê de li deriyên wan hatine xistin û got ku lê piştî hilbijartinê desthilatê gel ji bîr kiriye. Sîlvanli ji bo wezîrê xezîne û maliyeyê yê nû Mehmet Şîmşek jî ev tişt anî ziman: "Kî tê bila bê, ev aborî êdî hew bi xwe ve tê. Rûxiyaye, nikare bi xwe ve bê. Ji bo bi xwe ve bê, divê ev hikûmet biguhere. An divê dizî nebe yan na jî dê wê halê Tirkiyeyê xirabtir bibe." 
 
FUZEYEK MILYONEK DOLAR E!
 
Têkildarî mijarê Mehmet Kabasakalli jî bilêv kir ku rewşa baoriyê ne tu rewş e û wiha domand: "Bi vî mejiyî qet rast nabe." Kabasakalli bal kişand ser mesrefên şer jî û wiha pê de çû: "Erdogan bera Şîmşek da, lê car din ew anî. Ew ê nikaribe aboriyê rast bike. Ez naxwazim zirar bigihê moriyekê jî. Fuzeyek milyonek dolar e. Ji berîka kê dertê, helbet ji ya me." 
 
Mehmet Kaya jî bal kişand ser zêdebûna betaliyê û ev tişt anî ziman: "Tew radibin cilnimêjê hildgirin û siyasetê dikin. Ka werin li mala feqîr û fuqara mêze bikin." 
 
‘HEYA ŞER ÇARESER NEBE ABORÎ RAST NABE'
 
Salîh Kizil jî anî ziman ku ji dêvla polîtîkayên şer divê aştî çêbibe û wiha derbirî: "Li Rojhilata Navîn têl û mayin bi kêr nayên. Demildest divê em vê derê bikin hewza aştiyê. Gava aştî tune be Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye perçeyê heman bedenê ne. Ev her çar welat yek in. Heya ev meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe. Kurd, unsûrên sereke yên van her çar welatan e. Sûriye jî û Îran jî ya me ye. Ger aştî çêbibe, dê hêza aborî ya kurdan ji aliyê van her çar dewletan ve rast bê şixulandin û dê 400-500 milyon mirov sûdê ji vê bigirin. Pêdiviya me bi aramî, ewlehî û aştiyê heye." 
 
Mehmet Sînan jî anî ziman ku êdî çareserkirina meseleya kurd nayê axaftin û got ku ger ev mesele bê çareserkirin dê bi kêrî aboriya Tirkiyeyê bê.