Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû

img
ENQERE - Ji roja hilbijartin bi dawî bûn heta niha dolar roj bi roj bêhtir bilind dibe. Dolar, îro bi 23,35 TL’an dest bi rojê kir. 
 
Dolar, roj bi roj radibe û TL jî bêqîmet dibe. Dolarê emerîkî beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê bi 19,57 lîreyan, beriya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya 28’ê Gulanê jî bi 19,97 lîreyan bû. Di nava 8 rojên piştî hilbijartina 28’ê Gulanê de 2,5 lîre rabû. Mîna her rojê, dolar îro jî rabû. Her dolarekî emerîkî îro bi 23,35 lîreyên tirk tê firotin.