Çîlek li nav baxçe bi 30 lîreyî, li bazarê 150 TL ye

img
AYDIN - Hilberînerên çîlekan ku ji ber lêçûna zêde zehmetiyê dikişînin, diyar kirin ku berhema ku li baxçe bi 30 TL'yî tê firotin li piyaseyê bi 150 TL'yî tê firotin û gotin: "Divê biha li gor nirxê be û piştgiriya hilberîneran bê kirin." 
 
Li Aydinê ku di warê hilberînê de yek ji navendên girîng ên Tirkiyeyê ye, hilberîner ji ber zêdebûna lêçûnan bi fikar in. Hilberînerên ku fêkiyên havîn û biharê li serayan diçînin û wan vediguherînin fêkiyên zivistan û payîzê, ji ber bihabûna fiyetê gubre û dermanên kêzikan bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ne. Ji hilberînerên çîlekan Senadîn Sidkî diyar kir ku dahata wan têra lêçûnan nake. Sidki bilêv kir ku ji bo hemû derdorên civakê karibin çîlekan bixwin, wan bi erzanî difiroşin û got ku çîlekên wan li bazar û marketan bi 100 TL'yî û di ser 100 TL'yî re tên firotin. 
 
Sidkî da zanîn ku ew nikarin tu tiştî qezenc bikin û wiha got: “Li gorî bihabûna mazotê û gubreyê, îro li nav zeviyan diviyabû fiyetê çîlekan 50 TL bûya. Lê em naxwazin bibe 50 TL da ku hemwelatî fêkiyan bixwin. Em li vir bi 30 TL'yî difiroşin, lê li Stenbolê kîloya wan 100 TL ye. Tevî ku ez hilberîner im jî, ez nikarim debara xwe bikim. Ez malê xwe dibim bazarê. Komîsyonvan wan distîne, lê gava serê mehê jib o hesab diçim cem wan çîlek heqê lêçûnên xwe dernaxin. Bila êdî ev bi dawî bibe. Divê hilberîner bên piştgirîkirin." 
 
Sidkî bal kişand ser krîza aboriyê û got ku hilberîner ji ber zêdebûna lêçûnan nikarin debara xwe bikin, karker ji ber mûçeyên ku distînin nikarin debara xwe bikin û xerîdar jî ji ber bihabûnê nikarin çîlekan bixwin.
 
Hîkmet Tepeyê ku ev nêzî 10 sal in çîlekan hildiberîne wiha got: “Ji çîlekên ku maliyeta wan a li vir 20-30 lîre ye, heqê qaseyan û komîsyona halvanan jî tê birîn. Gava yewmiye heqê naylon, hesin, ceryan, av û mazotê jî lê bê zêdekirin tu tişt namîne." Tepe pirsgirêkên ku ew bi wan re rû bi rû dimînin wiha bilêv kirin: “Ji hilberîneran bi 30 lîreyî çîlek tên stendin. Lê bi 150 lîreyî didin marketan. Li vir karker an jî hilberîner qezenc dikin? Bi 30 lîreyî ji min dikirin, çar pênc saet rê diçe, li marketê bi 150 lîreyan tê firotin. Ev zilm e li hilberîner, karker û welatiyan. Ger hilberîner qezenc neke, dê tu kes qezenc neke. Li vir dikandar bihayekî datînin. Ez jî ji bêgavîd fiiroşim. Ji lew re şensekî min ê ku ez berên xwe bidim sekinandin tune ye." 
 
'DIVÊ PIŞTGIRIYA HILBERÎNERAN BÊ KIRIN' 
 
Tepe diyar kir ku her çend Tirkiye xwedî axên pir dewlemend e jî aboriya wê xerabtir dibe û got ku tenê zeviyên li Aydinê dikarin nîvê welêt têr bikin. Tepe got: “Li Aydinê her tişt şîn tê: zeytûn, genim, gûz, çîlek. Lê welat bi şaş tê birêvebirin. Îro li Tirkiyeyê sewalkarî bi dawî bûye. Em ji welatên derve goşt dikirin. Eger bê xwestin ev pirsgirêk bi dawî bibin, nexwe divê piştgiriya hilberîneran bê kirin."
 
KARKERÊN ÇÎLEKAN: HEYA ABORÎ BAŞ NEBE...
 
Karkerên ku di çinîna çîlekan de dixebitin jî bi qasî hilberîneran di tengasiyê de ne. Ji karkeran Elmas Tolmaçê diyar kir ku 35 sal in karê çandiniyê dike lê heqê keda wê nayê dayîn. Tomaçê gotê: “Li zeviyê mar û kêzik hene. Ger pirsgirêkên me yên tenduristiyê hebin, patron berpirsiyariya me nagire ser xwe. Dema em li vir karê xwe diqedînin, em li malê dixebitin. Em pir diwestin, lê divê em bixebitin. Li gel vê jî heqdesta rojane ya mêran ji ya me zêdetir e. Jin û mêr heman karî dikin, lê heqdesta me ya rojane ne wekhev e. Her çend heqdesta me ya rojane zêde bibin jî, heya ku aborî baş nebe mûçeyên dê ev bi kêrî tiştekî neyê." 
 
DEST JI DIBISTANÊ BERDA
 
Şevîn Tolmaç a ji ber pirsgirêkên aborî dest ji xwendina Beşa Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê ya Zanîngeha 9 Eylûlê berdaye got: "Min nikaribû ji bo dibistanê budçe veqetîne." 
 
Tomaçê bal kişand ser pirsgirêkên aborî yên xwendekaran û wiha got: “Ji min re wargeh û bûrs derneket. Ji ber vê yekê ez neçar mam dev ji dibistanê berdim. Niha ez bi dêya xwe re li nava zeviyê dixebitim, lê heqê keda me nayê dayîn. Ez wekî ciwanekî dixwazim bi hevalên xwe re biçim seyranê, biçim sînemayê, lê nikarim. Ez dixebitim û ger ez bixwazim bi hevalê xwe re li derve qehweyekê vexwim 70 TL ye. Tişta ku em dikin ew e ku em ji mal diçin kar, ji kar diçin malê."
 
Yek ji karkeran Besîme Tepe jî diyar kir ku havînê di bin germê de û zivistanê jî di sermayê de dixebitin û got ku heqdesta wan a rojane têra lazmatiyên wan nake. Tepe diyar kir ku berpirsyarê krîza aborî desthilat e û wiha got: “20 sal in li ser serê me ne, em bi xwe ve nehatin. Heger meaşê me yê rojane bikin hezar TL dê çi bibe, aborî xerab e. Meaşê kêmtirîn kirin 17 hezar lîre, lê roja din bihayê her tiştî zêde bû."