Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist

img
ÎZMÎR - Karkerên Agrobayê ku ji ber endambûna Sendîkaya Tarim-Senê ji kar hatibûn derxistin, ragihandin ku mûçeyên wan ên meha tebaxê û destûra wan a salane hatine dayîn. 
 
Karkerên li Serevaniya Agrobayê ya navçeya Bergama ya Îzmîrê dixebitin, ji ber endamtiya xwe ya Sendîkaya Tarim-Senê ji kar hatibûn derxistin. Karkerên ku çalakiya xwe didomînin ragihandin ku mûçeyê wan ê meha tebaxê û heqdestê destûra salane hatine dayîn. 
 
Karkerên Agrobayê ev zêdetirî 7 meh in li dijî neheqiya lê hatiye kirin li ber xwe didin û di 18’ê adarê de biryara meşa ber bi Enqereyê ve dabûn. Karkerên ku bi nûnerên partiyên siyasî yên cuda re hevdîtin kirin, şevê din destkeftiya xwe ya ewil bi dest xistin. Tarim-Senê jî bi daxuyaniyekê got ku ji bo hevdîtina bi şîrketê re bingehek hatiye amadekirin û dayîna mûçeyê jî gavek ji wan e. Tarim-Senê got ku heta mafên karkeran bi dest dixin dê têkoşîna xwe bidomînin.