Karker dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin

img

STENBOL - Karker û kedkar dê piştî 11 salan dîsa di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin. Berdevkê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê Huseyîn Tosû, ev bang kir: “Em herkesên ku pirsgirêka wan li gel vê pergalê heye vedixwînin Taksîmê.”

Amadekariyên sendîka û konfederasyonan ên ji bo 1’ê Gulanê Roja Karkeran ku yek ji roja çîna karkeran daxwazên xwe diqêrin û têkoşîn mezin dikin e. Li Stenbolê ku yek ji navendên girîng a ku 1’ê Gulanê lê tê pîrozkirin, biryar hate dayîn ku mitîng li Qada Taksîmê bê lidarxistin. Mitînga li Stenbolê dê di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederastyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) bê lidarxistin. 
 
Qada Taksîmê ku yek ji cihên ku bi 1’ê Gulanê re sembolîze bû, bi taybetî ji salên 1970’î û vir ve ku li Tirkiyeyê têkoşîna çep û kedê zêde bû, veguherî navendeke girîng. Hejmara beşdarên pîrozbahiyên li Qada Taksîmê yên salên 1976 û 1977’an gihîşt nîv mîlyonê. Di 1’ê Gulana 1977’an de ku weke “Gulana bixwîn” ket dîrokê, di encama êrîşa li dijî girseya nêzî 500 hezar kesî li Taksîmê kom bû de 37 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn.
 
Li gel vê komkujiyê Qada Taksîmê ji bo kedkar û karkeran, weke qada têkoşînê sembolîze bû. Qada Taksîmê ku bîreke wê ya dîrokî heye di hin dîrokan de hate qedexekirin. 
PIŞTÎ DARBEYÊ 7 SALAN HATE QEDEXEKIRIN
 
Piştî darbeya leşkerî ya 1980’yan pîrozbahiyên 1’ê Gulanê 7 salan hatin qedexekirin. Di sala 1987’an de tenê komeke ji parlamenteran pêk dihat karî tacegulekê deynin bîrdariya Taksîmê. Di hewldanên pîrozbahiyên sala 1989 û 1990’an de karkerekî jiyana xwe ji dest da û xwendekarekî zanîngehê felc bû. Sala 2010’an bû sala ewil ku cejna karkeran dîsa bi hezaran kesan hate pîrozkirin. 200 hezar kesan Qada Taksîmê tejî kirin. 
 
Di sala 2013’an de Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû, îdia kir ku li Taksîmê qada înşaetê heye û ragihand ku qad dê ji pîrozbahiyên 1’ê Gulanê re girtî be. Lê “Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê” ku ji DÎSK, KESK, Turk-Îş û Turk TTB’ê pêk dihat bang kirin ku dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin. Li dijî daxwaza sendîka û girseya ku biryara qedexeyê guhdar nekir, polîsan êriş kir. Di êrişa polîsan de zêdetirî 10’an kes birîndar bûn.
DI SALA 2015’AN DE DÎSA JI BO TAKSÎMÊ BANG KIRIN
 
Di sala 2015’an de ji bo 1’ê Gulanê ku di sala 2014’an de li Kadikoyê hat pîrozkirin, careke din ji bo Taksîmê bang hat kirin. Lê belê di encama astengî û mudaxileyan de 1’ê Gulanê nekarî li Taksîmê bê pîrozkirin. 1’ê Gulanê ku ji sala 2016’an heta 2019’an li qadên Bakirkoyê û Maltepeyê hate pîrozkirin, di salên 2020 û 2021’an de ji ber pandemiyê nikarîbû li kolanan bihata pîrozkirin, di salên 2022 û 2023’yan de li Qada Maltepeyê hate pîrozkirin.
 
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê der barê biryara ku rêxistinên pîşeyî û konfederasyonên sendîkayan ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê girtine de nirxandin kir. 
Berdevkê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê Huseyîn Tosû
 
‘EM Ê DAXWAZÊN XWE BIQÎRIN’ 
 
Tosû, diyar kir ku 1’ê Gulanê ji bo kedkar û karkeran roja têkoşînê ye û anî ziman ku rojeke girîng e ku karker di bin banekê de xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe xurttir bikin. 
 
Tosû, anî ziman ku piştî 11 salan biryara pîrozkirina 1’ê Gulanê ya li Taksîmê wergirtine û wiha berdewam kir: “Bihabûn, xizanî, pirsgirêkên kedkarên cemaweriyê û bêkariyê li kedkaran hatiye zêdekirin. Kedkarên cemaweriyê xizan bûne û hatine asta ku êdî nikarin debara xwe bikin. Em ê li vir daxwazên xwe bi awayekî herî baş biqîrin.”
 
‘JI BILÎ TAKSÎMÊ VEBIJÊRK NÎNIN’ 
 
Tosû, anî ziman ku îsal bi biryar in ku derkevin qada Taksîmê û bi lêv kir ku vebijêrkeke wan a duyemîn nîne. Tosû, îşaret bi girîngiya dîrokî ya Qada Taksîmê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Taksîm bîreke. Di Gulana 77’an de bi dehan kedkar hatin qetilkirin. Di Gulana 89’an de gelek kedkarên me hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê xwedî rol û misyoneke dîrokî ye. Em li ser navê kedkarên cemaweriyê radigihînin ku em ê îsal 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin. 
 
PEYAMA KEDKARAN A JI BO DESTHILATÊ
 
Tosû, diyar kir ku encamên hilbijartina 31’ê Adarê peyameke ku kedkaran berî ku biçin 1’ê Gulanê daye desthilatê ye û wiha lê zêde kir: “Êdî rastî li holê ne. Kedkaran û bindestan ji desthilatê re got bes e. Mirov xizanin û nikarin debara xwe bikin. Di bin sînorê xizaniyê dijîn. Ev encamên hilbijartinê ji bo kedkaran û gelên Tirkiyeyê peyameke erênî ye.”
 
BANGA TEVLIBÛNÊ
 
Tosû yê bang li sendîka û rêxistinan kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di mijara Taksîmê de birik in. Em herkesên ku bi vê pergalê re pirsgirêka wan heye vedixwînin Taksîmê. Em weke xebatkaran bawer dikin ku bi rêxistibûyînê dikarin vê pergalê biguherînin.”
 
MA / Ferdî Bayram