DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!

img

ŞIRNEX - Hat destnîşankirin ku DEDAŞ’ê ji daîreyeke vala ya li navçeya Hezexê re 34 hezar lîre fatureya ceyranê şandiye.

Belavkariya Ceyranê ya Dîcle A.Ş.’yê li 62 daîreyên avahiyên TOKI’yên girêdayî taxa Turgut Ozalê re ceza barandin.  Personelên DEDAŞ’ê ji bo nîvîsandina fatureyan çûn TOKI’yan û bi deh hezaran lîre ceza bîrîn. Hat destnîşankirin ku personelên DEDAŞ’ê ji daîreyeke vala re jî 34 hezar lîre fature biriye.

Hat gotin ku personelên DEDAŞ’ê venekirina deriyên,  wek “ceyranan qaçax tê bikaranîn” qebûl kirine û ceza li welatiyên birîne. Hat zanîn ku li daîreyên ku polîs tê de dimînin tu ceza nehatine birîn.

Xwediyên hin daîreyan ji bo daxwaznameya îtîrazê bidin çûn avahiyê DEDAŞ’ê. Di van kêliyan de gengeşî derket.

DEM PARTÎ BERTEK NÎŞAN DA

Bi ser vê yekê Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal, bertek nîşanî rewşê da û wiha got: “Di 14’ê nîsana 2024’an de li 62 xaniyên TOKI’yên li Cadeya Baraj a Taxa Turgut Ozalê ya navçeya Hezexa Şirnexê, bi awayekî bêusil fatureyên ceyranê hatine birîn. Ji me re hat gotin ku li hin avahiyên ku bi salan in vala ne, tevî ku hin welatî ne li malên xwe de bûn û bêyî ku saetên wan werin xwendin, fature li wan hatine birîn. 30 hezar û 40 hezar lîre fatureyên ku bêyî xwendina saetan hatine birîn derveyî qanûnê ne. Divê demildest cezayên bêhiqûqî hatine nivîsandin, werin betalkirin.”