Di bihayê zêr de rekoreke nû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Grama zêrê ku bi zêdebûnê dest bi rojê kir, bû 2 hezar û 627 lîre. 
 
Di zêr de rekoreke nû. Grama zêrê ku bi zêdebûnê dest bi hefteyê kir, îro bû 2 hezar û 627 lîre. Li Kapaliçarşi ku dilê bazara zêr a li Tirkiyeyê ye, grama zêr bi 2 hezar û 622 lîre, zêrê çaryek bi 4 hezar û 349 lîre û zêrê tam bi 17 hezar û 242 lîreyan tê firotin. 
 
Bihayê zêrên li bazarên navneteweyî serê her onsê 2 hezar 375 dolar e.
 
JI CITIYÊ TEXMÎNA BIHAYÊ ZÊR 
 
Li aliyê din bankaya razemeniyê Citi ya Amerîkayî, têkildarî bihayên zêr texmînên xwe aşkere kirin. Di rapora ji aliyê analîstên Citi Researchê ve hate amadekirin de hate diyarkirin ku dibe zêr di nava 6-18 mehên pêşiya me de ji bo her onsê bibe 3 hezar dolar. 
 
Citiyê bi rêzê texmînên bihayê zêr ên sala 2024’an û 2025’an ji sedî 6,8 zêde kir û kir 2 hezar û 350 dolar û ji sedî 40 zêde kir û kir 2 hezar û 875 dolar.