BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye

img
ENQERE - Li gorî lêkolîna BÎSAM’ê sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye. Lêçûna xwarinê ya malbateke ji çar kesan pêk tê gihişt mûçeya kêmtirîn. 
 
Encamên “Lêkolîna Sînorê Xizanî û Birçîtiyê” ku Navenda Lêkolînan a Çîna Bîrleşîk Metal-Îş a DÎSK’ê ji bo adara 2024’an kiriye hatin aşkerekirin. Li gorî daneyan, lêçûnên mehane yên malbateke ji 4 kesan pêk tê ji bo xwarineke bitendurist ji bo meha adara 2024’an weke 16 hezar û 646 lîre hate tespîtkirin. Hate destnîşankirin ku tenê lêçûnên ji bo xurekê di nava hesabkirinê de cih digirin. 
 
Li gorî encamên hesabê ku li ser esasê xerckirina malê ya li ser sînorê birçîbûnê hatiye kirin, sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye. Di vê hesabkirinê da lêçûnên wekî perwerde, tenduristî, xanî, şahî, germkirin û veguhastinê hene. 
 
Ji bo kesekî ku bikare tenê debara xwe bike jî herî kêm 26 hezar û 517 lîre weke xerckirin hate diyarkirin.