Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin

img
WAN - Ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê ku dê îsal li Wanê bê lidarxistin banga tevlibûnê hate kirin. 
 
1’ê Gulanê Cejna Karkeran dê îsal li Wanê bi mitîngeke herêmî bê pîrozkirin. Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê têkildarî mijarê li avahiya Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê daxuyanî da. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwedeyê (Egîtîm Sen) yê Wanê Mûrat Atabay ê metna çapemeniyê xwend gelê herêmê vexwend mitîngê. 
 
‘NE JI ŞER Û ÇEKAN RE JI KEDKARAN RE BUDÇE’ 
 
Atabay, bi lêv kir ku ji bo pergala dewlemend dewlemendtir, xizan xizantir dibe bi dawî bikin têdikoşin û wiha got: “Em weke karker, kedkar û teqawîd piraniya vî welatî ne. Em hildiberînin, dixebitin, em hemû nirx û xweşikiyên vî welatî bi keda xwe diafirînin û jiyaneke weke mirovan heq dikin. Lê di van rojan de berdin jiyaneke weke mirovan, sax mayîn jî her ku diçe zehmet dibe. Heke em nikaribin weke mirovan bijîn ne ji ber ku ev welat feqîr e, an çavkaniyên vî welatî têra nakin. Bes bila çavkanî ne ji rantxuran, sermayedaran, faîz, qesr, şatafat, çek û şeran re bila ji bo karker, kedkarên cemaweriyê, teqawîdan û xizmetên cemaweriyê bê bikaranîn.”
 
MITÎNG LI PARKA MÛSA ANTER E
 
Atabay, diyar kir ku di bin zextên giran ên pergaleke otorîter de kedkar mehkûmî xebateke weke koleyan û jiyaneke kêmtirîn tên kirin û wiha domand: “Ji ber vê yekê têkoşîna demokrasiyê yek ji mijarên sereke yên 1’ê Gulana 2024’an e. 1’ê Gulana 2024’an wê bibe roja ku mijara kolektîf a ku dê demokrasiya ku bi fermana sermaye û rejîmên otorîter ên girêdayî wan ji nû ve ava bike, li welatê me û li cîhanê derkeve meydananÎsal em ê 1’ê Gulanê li Parka Mûsa Anter bicoş û hêviyeke mezin pîroz bikin. Derketina qadên 1’ê Gulanê xwedî derketina kar, nan, keda xwe ye. Derketina qadên 1’ê Gulanê li dijî emperyalîzmê parastina aştî û xwişk û biratiya gelan e.”