‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’

AMED - Welatiyên diyar kirin ku ji ber krîza aboriyê kirîna pêdîviyên xwe yên bingehîn kêm kirine û anîn ziman ku encax bi guhertina desthilatê krîza aboriyê dikare were çareserkirin. 

Polîtîkayên desthilata AKP’ê û MHP’ê her ku diçe krîza aboriyê kûrtir dikin. Li Tirkiyeya ku enflasyon zêde bûye, welatî nikarin debara xwe bikin. Li dijî bertekên ji civakê zêde dibin Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan anî ziman ku dê lêçûnên cemaweriyê kêm bikin û ewilî gavên ku aboriyê rehet bikin biavêjin. Lê kesên 17 hezar lîre mûçeya kêmtirîn digirin û teqawîdên 10 hezar lîreyan mûçeyê digirin ji van daxuyaniyan ne bi hêvî ne. 
 
Welatiyên li Amedê dijîn, gazin kirin ku nikarin dan û standinê bikin, pêdiviyên xwe yên bingehîn bikirin û anîn ziman ku encax bi guhertina desthilatê krîza aboriyê dikare were çareserkirin. 
 
YEKANE HÊVÎ GUHERÎNA HIKUMETÊ YE
 
Huseyîn Kartal, bi lêv kir ku her meha ku diçe şûna başbûnê xerabtir dibe û got: “Her ku roja diçe em zêdetir zehmetiyê dikişinin. Bi mûçeya em digirin nikarin tiştekî bikin.”
 
Kartal, diyar kir ku beriya du salan teqawîd bûye û wiha domand: “Heke xanî bi kire bûya niha em perîşan bûbûn. Li taxa ez lê rûdinim kire 17-18 hezar lîre ne. Derfet nînin her roja ku diçe em top diavêjin. Ez hêvî dikim ku hikumet guhere û hin tişt bên guhertin, heke wekî din rast nabe.”
 
Zahîde Kaplan, anî ziman ku divê ji krîza aboriyê re bêjin ‘êdî bes e’ bi lêv kir ku ji ber zeman nikarin debara xwe bikin. Kaplan, got ku “Herkes dixebite lê tiştekî bi dest naxin” û pirsa “Di vê krîzê de kî dikare debara xwe bike?” kir. Kaplan, da zanîn ku bi mûçeyê hevjînê xwe yê 15 hezar lîre hewl didin debara xwe bikin û diyar kir ku ji bo pêşeroja lawê xwe bifikar e. 
 
‘EM Ê ÇAWA BIKARIN BI WÎ PEREYÎ DEBARA XWE BIKIN?’
 
Songul Elîş, bi lêv kir ku ji bo bikarin debara xwe bikin ji her tiştên malê kêm kirine, bandora zemên li mûçeyî tên kirin jî nîne û got: “rûnê 5 lître bûye 250 lîre, di 10 rojan de diqede. Kîloya bacanan 25-30 lîre ye, kiloya îsotan bi heman awayî, ka were hesab bike û tu bêje ka dê çawa bibe. Kîloya goşt bûye 500 lîre em nikarin goşt bistînin. Me ji her tiştê mutbexê kêm kiriye. Divê dahat herî kêm 70 hezar be ku bikarî dan û standinê ji bo mutbexê bikî û debara xwe bikî.”
 
Elîş, anî ziman ku pêdiviyên xwe yên bingehîn jî kêm kirine û wiha domand: “Niha li mala keça xwe dimînim. Ez ê xanî kirê bikim lê kirêya herî erzan 10 hezar e. Fatorayên ceyranê, gaza xwezayî, avê û pêdiviyên mutbexê. Hevjînê min tamîra pêlavan dike. Keçeke min jî dixebite her du zarokên min ên din xwendekar in, stajê dikin. Kar heye lê pereyê didin kêm e, em ê çawa bi wî pereyî debara xwe bikin. 3 mûçeyên kêmtirîn bikevin malê jî têre nakin.”
 
Zeynep Demîr a li Stenbolê dijî û ji bo serdana malbata xwe hatiye Amedê jî got ku hevjînê wê 35 hezar lîre mûçe digire. Demîr, da zanîn ku li Stenbolê kirêya xanî 13 hezar lîre ne û got: “20 hezar lîre ji bo mesrefên mutbexê diçin. Tiştên bingehîn ên weke penîr, zeytûn û yax nayên kirîn. Kesên di 17 hezar û biniya wê de digirin çi dikin. Gelek mirov ji bo ku nikarin nan bibin mala xwe întîhar dikin. Mirovekî ku wijdana wî hebe hindik be jî dê vê bifikire. Divê çareseriyek were dîtin.”
 
‘ZAROKÊN ME JI BO BIXEBITIN DIÇIN BAJARÊN DIN’ 
 
Mûhsîne Guven, da zanîn ku hewl dide bi mûçeyê 10 hezar lîre yê teqawîdan debara xwe bike û wiha axivî: “Em 5 kes bi wî pereyî debara xwe dikin. Baş e ku xaniyê me heye, îro di malekê de herî kêm du kes nexebitin nikarin debara xwe bikin. Dema te 10 kîlo goşt, rûn û birinc kirî pere xelas dibe. Mirov perîşan bûne, hinek mirov nikarin xwarinê bibînin. Baş e ku zarokên min ên diçin dibistanê nînin. Ya rastî mezinin jî ji ber ku kar nîne neçar dimînin diçin bajarên din. Diçin 5 mehan dixebitin û tên. Pişt re neçar dimînin ku biçin xeribiyê.”
 
ÎŞARET BI DESTHILATÊ KIR 
 
Hamîde Balikê jî da zanîn ku ji mûçeyê xwe yê teqawîdiyê yê 10 hezar lîreyî 4 hezaran dide kirê û wiha axivî: “Fatoreyan jî lê zêde bike, em ê çawa debara xwe bikin? Wê rojê ez nexweş bûm, ji ber pere nebû min nekarî biçim nexweşxaneyê. Ev zemên hatin mala me şewitand. Berê me hezar lîre digirt lê pere binirx bû. Em bi 100 lîreyan diçûn markete poşetên xwe tejî dikirin û dihatin. Niha tu nikarî wî pereyi ji bo dibistanê bidî zarokekî. Ev biçin dibe ku em bikarin hinek bêhnê bistînin. Heke her roja ku diçe jiyan li me dibe zindan.”
 
Sevda Altaş bi lêv kir ku bi keça xwe re ji mûçeyê teqawîdbûnê yê ji hevjînê wê maye debara xwe dikin û anî ziman ku mûçeyê digirin jî dibe du par û ne pêkane ku debara xwe bikin.
 
Welatiya bi navê Remziye Korkmaz jî anî ziman ku nikare debara xwe bike û xwest ku mûçeyê wan weke berê tera her tiştî bike.
 
MA / Şîlan Çîl