Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin

STENBOL - Berdevka TOP’ê ya Stenbolê Nîlay Kûş a helwesta DÎSK’ê ya li qada 1’ê Gulanê şermezar kir, diyar kir ku bi operasyonên binçavkirin û girtinan hewl tê dayîn sosyalîst bên krîmînalîzekirin û anî ziman ku DÎSK jî bi helwesta xwe ji vê yekê re bû malzeme.   
 
Di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk (TDB) û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) de piştî 11 salan hate xwestin ku 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Taksîmê were pîrozkirin. Li vir barîkata polîsan ya li ber Kemera Bozdogan a li Saraçhaneyê û hêrsa kedkaran kete hişê mirovan. Tevî biryara qedexeyê ya Wezareta Karên Hundir beriya çend rojan îlan kirî bi hezaran kesên li Saraçhaneyê hatin bahev li ber xwe dan. DÎSK û KESK’ê jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê ber bi Taksîmê ve nemeşin. 
 
Ji girseya ku tevî helwesta sendîkayan bi biryar bûn ku derkevin Taksîmê 217 kes hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan 182 kes hatin berdan, 35 kesên di bin çavan de û 30 kesên di 3’yê gulanê de bi serdegirtinên malan hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 52 kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin 38 kes hatin girtin û 14 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Bertekên li dijî girtinê didomin, di serdegirtinên malan ên duh hatin kirin de 12 kes hatin binçavkirin. 
 
Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) ya Stenbolê Nîlay Kûş têkildarî 1’ê Gulanê ya dengveda nirxandin kir.    
 
NAVNÎŞANA EWIL BEŞÎKTAŞ BÛ  
Nîlay Kûş
 
Kûş, diyar kir ku dema hêj ew bi xwe di nava nirxandinekê de bûn ji DÎSK, KES, TTB û TMMOB’ê daxuyaniya Taksîmê hate û wiha got: “Pişt re ji bo Taksîmê bang kirin. Lê ev bang ji bo me ne tevgir bû. Em hînbûn ku DÎSK bang li avaniyên çep-sosyalîst û partiyan nake ku bi hev re civînan bikin.”
 
Kûş, anî ziman ku weke cihê kombûnê ewilî Beşîktaş hate diyarkirin lê pişt re li ser Parka Saraçhaneyê biryar hate dayîn û ew pêvajo wiha vegot: “Em difikirin ku girîng e qadên 1'ê Gulanê biafirînin ku bi taybetî çîna karker, kedkar, jin, ciwan û gel dikarin daxwazên xwe bînin ziman û li meydanan gotinên xwe biqîrin. Me di vê çarçoveyê de 1’ê Gulanê danî pêşiya xwe û xebat û banga xwe kirin. Lê piştî biryara qedexeyê me bi avaniyên din re banga xwe weke Saraçhaneyê revize kir û bi hezaran karker û kedkar li Saraçhaneyê hatin bahev. Me kortejên xwe ava kirin lê dema em ketin Parka Saraçhaneyê em bi rewşeke ne diyar re rû bi rû man. Li aliyekî her deriyê Kemera Bozdoganê bi TOMA’yan hatibû girtin, polîsên hêzên çevîk weke 8 rêz li pêş hatibûn rêz kirin û segvan li ser hatibûn bicihkirin. Li aliyê din jî hewl hat dayîn ku li ser kursiya komîteya amadekar danîbû axaftin bên kirin. 
 
DÎSK’Ê KEDKAR BI TENÊ HIŞTIN
 
Me ber xwe da Kemera Bozdogan an ku rêya diçe Taksîmê û dema em çûn wê derê, me dît ku girseya gel ji destpêkê ve li benda bersiva banga ‘Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin’ e. Bi hezaran kesên ku li dijî hemleya girtina kursiyê û bi dawîkirina çalakiyê ya DÎSK’ê hatin wir, dixwestin ber bi Taksîmê ve bimeşin. Me jî tevî barîkatên ku dewletê danîn pêşiya me û qedexeyan me berê xwe da Taksîmê. Tişteke ku di roja 1’ê Gulanê de em hemû li ser di heman fikrê de bûn ew bû ku; karker, kedkar û bi hezaran kes ji aliyê DÎSK’ê ve bi tenê hatin hiştin. Hewlda DÎSK’ê ya ku hemû pêvajoyê şûna sosyalîstan re organîze bike hewl da bi CHP’ê re bimeşîne nîşandana meyla DÎSK’ê ya lihevkirina bi hêzên restorasyonê re bû. Em ne li bendê bûn ku DÎSK tam xwedî li banga Taksîmê ya 1’ê Gulanê derkeve. Helwesta ku em li bendê bûn DÎSK nîşan bide jî ev bû.”
 
Kûş, qala operasyonên girtin, binçavkirin û serdegirtinên malan ên di 1’ê Gulanê de pêk hatin kir û ev tişt gotin: “Em di ferqê de ne ku çend roj in avaniyên çep-sosyalîst di serî de li ser medyaya dîjîtal hem ji aliyê dewlet, hem walîtî hem jî midûriyeta polîsan ve tê krîmînalîzekirin. Dîmena ‘tişta pêwîst hate kirin’ ku ji aliyê midûriyeta polîsan ve hate kirin jî nîşaneya vê yekê ye. DÎSK jî di 1’ê Gulanê de mixabin veguherî malzemeya vê yekê.”