DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin

ÎZMÎR - Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê xwest meaşê asgarî bê zêdekirin û got: “Bila budçe ne ji şer, çek û sermaye re bê veqetandin. Bila ji bo hewcedariyên gel bê xerckirin.” 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê têkildarî zêdenekirina meaşê asgarî û meaşê teqawîdan li Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Çîgliyê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên DEM Partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankart û dowîzên bi daxwaza zêdekirina meaşên asgarî û teqawîdan vekirin û dirûşm berz kirin. 
 
‘KÊR GIHÎŞTIYE HESTÎ’ 
 
Rêvebera DEM Partiyê Hatîce Erdogan daxuyanî da û destnîşan kir ku Erdogan teqawîdan terkî birçîbûnê, feqîriyê û hejariyê kiriye û got: “Ji 16 milyon teqawîd 9 milyon teqawîd mehkûmî 10 hezar lîre pere kirine ku pê bijîn. Feqîrî û rewşa xelkê êdî kêr gihandiye hestî. Meaşê asgarî û meaşê teqawîdan têra tu tiştekî nake. Ev meaş di bin sînorê birçîbûnê de ne. Bila meaşê teqawîdan hêrî kêm bi qasî meaşê asgarî be. Bila budçe ne ji şer, çek û sermaye re bê veqetandin. Bila ji bo hewcedariyên gel bê xerckirin.”