ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane

img
STENBOL - Li gorî rapora cînayetên kar a Meclisa ÎSÎG’ê ya meha hezîranê herî kêm 137 karker jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê di 6 mehên dawî de jî 878 karker jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclisa Ewlehiya Tenduristiyê û Kar a Karkeran (ÎSÎG) rapora têkildarî cînayetên kar a 6 mehên sala 2024’an belav kir. Li gorî raporê di şeş mehên ewil ên salê de herî kêm 878 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de hat gotin; di meha çile de 161 karker, di meha sibatê de 149 karker, di meha adarê de 124 karker, di meha nîsanê de 165 karker, di meha gulanê de 142 karker û herî dawî jî di meha hezîranê de jî 137 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.