Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan

img
ENQERE - Li gorî rapora lêkolînê ya DÎSK û BÎSAM’ê; sînorê birçîtiyê yê malbateke nifûsa wê 4 kes bû 19 hezar û 44 TŞ, sînorê xizaniyê jî derket 65 hezar û 874 lîreyan. 
 
Rayedarên hikûmetê ragihandin ku dê ji bo kêmtirîn mûçeyê ku 17 hezar TL ye zemê nekin. Di demeke wiha de hêj di 7 mehên ewil ên mehê de sînorê birçîtiyê kêmtirîn mûçe derbas kir. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Navenda Lêkolînên Çînî ya Metal-Îşê ya Yekbûyî (BÎSAM) rapora lêkolînê ya birçîtî û sînorê xizaniyê ya meha hezîranê eşkere kir. Li gorî daneyan, sînorê birçîtiyê yê malbateke nifûsa wê 4 kes bû 19 hezar û 44 TŞ, sînorê xizaniyê jî derket 65 hezar û 874 lîreyan.  
 
'KÊMTIRÎN MÛÇE HER KU DIÇE BÊHTIR DIHELE’ 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku kêmtirîn mûçe li hemberî sînorê birçîtiyê her ku diçe bêhtir dihele. Bi domdarî sînorê xizaniyê 65 hezar û 874 TL û yê birçîtiyê jî weke 19 hezar û 45 TL hate eşkerekirin.