Cotkar dê di Mitînga Çandiniyê de daxwazên xwe biqîrin

MÊRDÎN - Cotkaran diyar kirin ku dê di 19’ê tîrmehê Mitînga Çandiniyê ya DEM Partiyê ya li Qoserê de daxwazên xwe biqîrin û wiha gotin: “Ji bo pêşîlêgirtina vê zilmê banga me li her kesî ew e ku tev li mitîngê bibin.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 19’ê tîrmehê di çarçoveya kampanyaya “Edalet û Nan” de li navçeya Qoser a Mêrdînê Mitînga Çandiniyê li dar bixe. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dê tev li mitîngê bibe û dê li Qada Otogarê bê lidarxistin. Tê payîn ku bihayê ceh-dexlî yê hikûmetê diyar kirî û sepanên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li cotkaran ferz dike bibin rojevên sereke yên mitîngê. DEM Partiyiyên li Qada Azadiyê stand danîn, ji bo mitîngê xebateke bênavber dimeşînin. Cotkarên di xebatan de cih digirin welatiyan vedixwînin mitîngê. 
 
 ‘BILA BIBIN PARÇEYEKE PIRSGIRÊKÊ’
 
Ji cotkaran Abdurrahîm Marol diyar kir ku ji bo cotkar daxwazên xwe bînin ziman mitîng derfeteke girîng e û wiha got: “Yek ji mezintirîn pirsgirêka me DEDAŞ e. Bi milyonan deynên min hene û heke ez erdê xwe bifiroşim jî nikarim vî deynî bidim. Divê bi aboneyên avdaniya çandiniyê re peymanek were çêkirin û pereyeke kêm jê were girtin. Lê ev jî nayê kirin. Hewl didin me dîl bigirin û bi pergala koletiyê birêve bibin. Divê hikûmet piştgiriyê bide cotkaran lê piştgiriyê dide DEDAŞ’ê. DEDAŞ di bin nave arizeyê de ceyranan dibire. Partiya me jî di 19’ê tîrmehê dê li dijî vê mitîngê li dar bixe. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bibin parçeyeke vê pirsgirêkê. Bila li dijî zilmê bisekinin û bibin yek deng. Bila li dijî dîlîtiyê derkevin. Destûr nayê dayîn em li ser xaka xwe, bi keda xwe qezenc bikin. Me neçarî koçberiyê dikin.” 
 
Marol, destnîşan kir ku ev du sal in bihayê genim û garis neguheriye û ev tişt anî ziman: “Tevî vê jî cotkar hewl didin çandiniyê bikin. DEDAŞ hewl dide xebatên xwe bi awayekî nerewa bimeşîne. Em ê vê qebûl nekin. Em ê di 19’ê tîrmehê di Mitînga Çandiniyê de li dijî vê rewşê dengê xwe derxînin.” 
 
'JI BO GENIM LÎREYEK ZEM HATE KIRIN’
 
Cotkar Mûsa Aktaş jî daxuyand ku pirsgirêka wan a herî mezin DEDAŞ e. Aktaş, da zanîn ku fatûrayên giran li wan tên birîn û wiha pê de çû: “Li gel ku em avdaniyê nakin jî fatûrayên giran tên birîn. Em ê piştgiriyê bidin mitîngê. Mazot gelek biha ye. Lê ya ku piştê li me dişikîne DEDAŞ e. Heqê genim erzan hate ragihandin. Par me bi 8 lîreyan û îsal jî bi 9 lîreyan da. Her tiştek 3-4 qat bihatir bûye lê ji bo genim lîreyek zem kirin. Em tevahiya gelê xwe li dijî vê rewşê vedixwînin mitîngê.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ
 
Endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Celal Kurga banga tevlibûna mitîngê li hemû cotkaran kir. Kurga, got ku ji bo xwedîderketina li mafên xwe divê gel û cotkar tev li mitîngê bibin. Kurga, diyar kir ku zextekî giran li ser cotkaran heye û ev bang kir: “Ji bo pêşîlêgirtina vê zilmê em hemû kesan vedixwînin mitîngê.”