Di 6 mehên ewil de bûdçeyê 747 milyar lîre li kêmiyê da

img

ENQERE - Li gorî daneyên Wezareta Xizîne û Darayî, di 6 mehên ewil ên salê de bûdçeyê 747,2 milyar TL li kêmiyê da. 

  
Wezareta Xizîne û Darayî encamên sepana bûdçeyê yên têkildarî meha hezîranê parve kir. Li gorî vê yekê; dahatên bûdçeyê di meha hezîranê de li gorî heman meha sala par ji sedî 120,4 zêde bûn û derketin 591 milyar û 218 milyon lîreyan. Her wiha lêçûnên bûdçeyê jî ji sedî 77,6 zêde bûn û derket 866 milyar û 498 milyon lîreyan.
 
Dahatên bûdçeyê di serdema mehên çile-hezîranê de jî li gorî heman serdema par ji sedî 103,8 zêde bûn û derket 3 trîlyon û 831 milyar û 365 milyon lîreyan. Lêçûnên bûdçeyê yên di heman serdemê de jî ji sedî 93,7 zêde bûn û derket 4 trîlyon û 578 milyar û 549 milyon lîreyan. 
 
Bûdçeya rêveberiya navendî di meha hezîranê de 275 milyar û 280 milyon lîreyan, di serdema çile-hezîranê de jî 747 milyar û 183 milyon lîreyan li kêmiyê da.