BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist

img
NAVENDA NÛÇEYAN - BES’ê li gelek bajaran bi daxwaza mafên wan ên servîsê bi paş ve bên dayîn, para refahê li mûçeyên wan bê zêdekirin û li dijî zeman çalakî li dar xist. 
 
Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) bi daxwaza mafên wan ên servîsê bi paş ve bên dayîn, para refahê li mûçeyên wan bê zêdekirin û li dijî zeman li çend bajaran daxuyanî da.
 
WAN
 
BES'ê têkildarî rewşa aborî û zemnekirina mûçeyan li ber Miduriyeta Saziya Ewlehiyê ya Civakî (SGK) ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Şertê yekem ji bo daxwaza mafên nû, parastina mafên heyî ye” hat vekirin û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Bijî berxwedana kedkaran” hatin berzkirin. Endamên BES’ê û kedkarên SGK’ê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘DIVÊ JI SEDÎ 19 ZEM LI MÛÇEYÊN KEDKARAN BÊ KIRIN’
 
Metna daxuyaniyê ji hêla memûrê SGK’ê Abûbekîr Orhan ve hat xwendin. Orhan, da zanîn ku TUÎK'ê rêjeya enflasyonê ya meha hezîranê weke ji sedî 1,64 ragihand û diyar kir ku rêjeya enflasyonê ya kombûyî ya 6 mehan jî bi fermî weke ji sedî 24,73 hat diyarkirin. Orhan, anî ziman ku ev yek bû sedema windakirina hêza kirînê ya bi mîlyonan kedkarên cemaweriyê û teqawîtbûyiyan. Orhan, destnîşan kir ku li gorî Peymana Giştî ya meha çileya 2024’an de hatiye diyarkirin, divê zema li mûçeyên kedkaran bê kirin weke ji sedî 19,3 hat hesapkirin. Orhan, wiha got: “Li gorî Navenda Lêkolînan ya Sendikaya me di 6 mehên ewilî yên 2024’an de enflasyona kedkaran ji sedî 30 e. Ev yek tê wateya ku mûçeyên kedkaran di 6 mehên ewilî de ji sedî 15,98 heliya ne. Li şûna teserûfkirina pereyê karkerên kamuyê yên ji bo çûnûhatina kar, divê ji bo başkirina mafên wan ên reha û şert û mercên aborî xebat bên kirin.”
 
DAXWAZÊN XWE RÊZ KIRIN
 
Orhan, bertek nîşanî rêjeya zemê da û daxwazên xwe wiha rêz kirin: 
 
“*Divê îhaleyên karûbarê rêwîtiya personelê yên ku hatine betalkirin ji nû ve werin vekirin û li hemî bajarên mezin karûbarên sewqiyata personelê bêne kirin. 
 
*Divê bêedaletiya nîşandera zêdek a 3600’an tavilê bê rawestandin û ji bo hemû xebatkarên SGK’yê xebatên hiqûqî bên kirin. 
 
*Divê ji bo hemî karkerên SGK’yê xebatên pisportiyê yên Karûbarê Ewlekariya Civakî werin afirandin. 
 
*Divê mûçeyên zêde bi 20 pûanan bên zêdekirin û hemû mûçeyên zêde li ser mûçeyê bingehîn bê zêdekirin. 
 
*Îkramiyeyên ku 12 sal in tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî nehatine dayîn bi awayekî komî bên dayîn.
 
*Divê li gorî rêjeya enflasyonê 10 hezar lîre alîkariya kirê bê dayîn.
 
*Peymana promosyona bankê ya ku bêyî îhaleyê hatiye dirêjkirin divê tavilê were nûve kirin.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
Li aliyê din BES'ê bi heman daxwazan li Amed, Mêrsîn, Antalya û Edeneyê jî çalakî li dar xistin.