Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike

img
WAN - Cil û bergên kurdî ango netewî jî bi krîza aborî re rû bi rû mane. Dikandarên ku qumaşên cil û bergên kurdî difiroşin diyar kirin ku krîza aborî li wan jî daye û mîna berê nikarin qumaş bifiroşin. 
 
Her ku diçe eleqe û reqabetek mezin ji bo cil û bergên kurdî yên kevneşopiya kurdî jî zêde dibe. Kurd bê cil û bergên kurdî dawetên xwe û rojên xwe yên şahiyê nakin. Lê qumaşê cil û bergên kurdî yên neteweyî jê tên çêkirin jî her roj biha dibe. Krîza aborî ya ku bêser û ber tesîrê li xelkê dike bandora xwe li ser qûmaşên cil û bergên kurdî jî nîşan da. 
 
Li Wanê dikandarên ku qumaşên cil û bergan difiroşin diyar kirin ku krîza aborî li wan jî xistiye lê dîsa tevî vê yekê jî ji bo cil û bergên kurdî bên çêkirin û firotin çi fedekarî ji destê wan bê dê bikin. 
 
‘ELEQEYA JI BO CILÊN KURDÎ ME ŞANAZ DIKE’ 
 
Kenan Gulmez ê ku bi salane qumaşê cil û bergên kurdî difiroşe diyar kir ku ew gelek şanaz in ku kevneşopiya cilên kurdî berdewam dike û got: “Di van salên dawî de eleqeya ji bo cilên kurdî yên neteweyî zêde bûye. Lewma di cilan de jî pir cure derdikevin. Êdî bûk jî cilên kurdî li xwe dikin û li şûna bûkaniyan fîstanên kurdî li xwe dikin. Rast e aboriyê bandorek neyînî li me jî dike lê belê ji bo em piştevaniyê bidin çanda kurdî dîsa jî li ber çavê min nayê.” 
 
‘TEVÎ KRÎZA ABORÎ JÎ KEVNEŞOPÎ DIDOME’ 
 
Gulmez anî ziman ku bi piraniya qûmaşan ji Dubaî tên û krîza aborî ya ku diqewime jî bandorê li ser sektora cil û bergên kurdî jî kiriye û wiha axivî: “Em qûmaş bi dolaran ji derve dikirin. Lewma jî krîza aborî pirr bandorê li ser me dike. Heyama qûmaş bi demsalî diguhere. Em di mehên bihar, havîn û payîzê de bêtir qûmaş difiroşin. Modaya cil û bergên kurdî jî her tim diguhere. Lewma jî hewcedarî bi gelek cureyên qûmaş çêdibe. Ji ber ku kevnşeşopiya cilên kurdî berdewam dike ev jî bandorê li ser nasnameya kurdî dike. Her sala ku diçe xelkê me di warê lixwekirina cilên kurdî de hin bêtir şiyar dibe.” 
 
‘CILÊN KURDÎ REMZA KURDAN E’ 
 
Turan Teke jî diyar kir ku bi salane ew di sektora kiras û fîstanan de dixebite û got: “Kî çi dibêje bila bêje, cilên kurdî remzeya kurdan e. Ji bo fîstanan carna ji derveyî welat jî xwestek heye. Welatiyên me yên li metropolan dijîn jî ji me fîstanan distînin. Ev yek jî me kêfxweş dike. Lê her ku diçe qûmaş jî biha dibe. Bihayê qûmaşan li gorî sala par ji sedî 300 û 400 zêde bûye. Krîza aborî ya li welat li me jî daye. Kî tê ku qûmaş bikire, ewilî bi me re nîqaşa fiyetê dike. Ew jî mafdar in, em jî mafdar in.” 
 
‘KRÎZA ABORÎ LI TERZIYAN JÎ DAYE’ 
 
Onûr Reşîtoglû yê ku cil û bergên kurdî çêdike anku didûrî jî da zanîn ku wî xwe di model û cureyên cil û bergên kurdî li pêş xistiye û got: “Em du kes vir bi rê ve dibin. Roj heye carna em 10 qat cil jî çêdikin. Jin qumaşên xwe dikirin û tên cem me çêdikin. Krîza aborî ya ku her diçe zêde dibe, li me jî daye. Me berê fîstanekî bi 50-100 lîreyê didirût lê niha em fîstanekî bi hezar û 500 lîreyê didirûn.”