30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e

img

BEDLÎS - Mêşvan Necmettîn Canbey ku ev 30 sal in mêşvaniyê dike, behsa lênêrîna mêşên hingiv kir û wiha got: “Min bi 25 kewarên mêşan dest bi vî karî kir. Ji ber ku mêşên hingiv pir hesas in lênêrîna wan jî pir zehmet e.”

Li navenda Bedlîs û navçeyên wê ku hêj jî jiyana xwe ya xwezayî parastine, mêşvanî tê kirin. Ji ber avhewaya Bedlîsê mêşvan zivistanê kewarên mêşên xwe dibin cihên germ û meha gûlanê dîsa vedigerin Bedlîsê. Ji ber xwezaya Bedlîsê hingivê wan jî gelekî biqalîteye û ji bo gelek nexweşiyan tê bikaranîn. Welatiyê bi navê Necmettîn Canbey ku ev 30 sal in vî karî dike, yek ji van mêşvanan e ku li Gundê Ovans ê bi ser navçeya Tetwana Bedlîsê ve ye.
 
Canbey, têkildarî mêşvaniyê ji ajansa me re axivî û derbarê lênêrîna mêşan de agahî dan.
 
Canbey anî ziman ku wî di sala 1994’an de dest bi mêşvaniyê kiriye û ji wê demê ve debara xwe bi mêşvaniyê dike. Canbey da zanîn ku wî ewilî bi 25 kewarên mêşan dest bi mêşvaniyê kiriye û diyar kir ku wî sal bi sal kewarên mêşên xwe zêde kirine. Canbey destnîşan kir ku ew her sal nêzî 40-50 kewaran difiroşe jî û got: “Zêde dikim û dû re difiroşim. Debara min ev tam 30 sal in li ser vê yekê ye. Min bi vî karî zarokên xwe tev dane xwendin.”
 
‘MAKMÊŞ DIKARE 7-8 SALAN BIJÎ’
 
Canbey bi lêv kir ku makmêşa di nava kewarê de hema bibêje her roj hêk dike û heke ji aliyê tendirûstiyê ve pirsgirêka makmêşê ne be, dikare di carekê de 3 hezar hêkan bike. Canbey diyar kir ku emrê mêşekê 4 meh in, lê makmêş dikare heta 7-8 salan bijî û wiha domand: “Lê dîsa jî em her du salan carekê makmêşê digûherînin. Makmêşa ciwan ji bo mezinbûna kewarê çêtirê, lewma em digûherînin. Hingîvê wê jî em salê carekê dibirin. Petekên reş an jî nîvco em dikin suzme û gelenperî em qasnakan bi kar tînin. Gava mirov giştî difiroşe erzan dikeve, muşteriyên min hene, lewma ez parekende difiroşim wan.”
 
 
‘MÊŞA HINGIV GELEKÎ HESAS E’
 
Canbey destnîşan kir ku ji ber avhewa di zivistanê de li gorî Tetwanê çêtir e mêşên xwe di meha 11’an de dibe Sêrtê. Canbey anî ziman ku ew li Sêrtê cihekî kira dike ji bo mêşên xwe û wiha pê de çû: “Gûlanê ez careke din mêşên xwe tînim vir. Niha 150 kewarên mêşên min hene û lênêrîna wan pir zihmet e. Mêşa hingiv gelek hesas e, mirov dikare bi xeletiyeke biçûk nêzî 100 mêşan bikuje. Lê heke bi awayekî rind lê bê nêrîn, dikarî di nava salekê de kewarekê bikî 20 kewar. Divê mirov dermana varroa (sipih/bit) bikar bîne. Neyarê mêşê sipih û nem e. Em ji bo hingivê xwe zêde bikin, şekirê didin mêşan, lê glîkozê bi kar naynim. Heke ez şekirê pir bidim mêşan ez kar dikim, lê ji bo muşteriyên xwe ez zêde şekirê nadim û heta çend kewarên xurt ez qet şekirê nadim wan.”
 
‘MÊŞÊN KARKER FERXAN PERWERDE DIKIN’
 
Canbey bal kişand ser hingiv û diyar kir ku têkildarî avhewayê hinek salan 2-3 ton hingiv digire, lê hin salan jî tonek dernakeve. Canbey da zanîn ku hingivê kulîlk, gênî, tûsî û catirê/catrê gelek biqalîte ye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Her wiha min çend reşkewar jî hene û nêrîna wan bêzihmettir e. Ez qet xwe têkil wan nakim. Tenê gava min mêş nû kirin di reşkewarê de ez carek an jî 2 caran şekirê didim wan da ku ji xwe re çend nanan çêbikin. Her wiha kewarên normal em heta makmêş hêkan neke, şekirê nadin wan. Ji ber ku em beriya hêkkirina makmêşê şekirinê bidin wan, mêş makmêşê dikujin. Sedem jî ji ber şekirê kunên petekan tên girtin û makmêş nikare hêkan bike. Lewma mêş jî makmêşê dikujin. Hêkên makmêş dike jî di 21 rojan de dibin mêş û derdikevin. Em ji van mêşên nû ji hêkê derdikevin re dibêjin ferx. Mêşên karker her roj serê sibê an jî danê êvarê ferxan derdixînin û qadê, kewar, komkirina xwarinê nîşanê wan didin. Û mêşa pîr, mêşa ciwan û ferx xwedî rengên cuda ne û em bi rengê wan, wan nas dikin.”
 
‘MÊŞ JI XWE RE MAKMÊŞAN ÇÊDIKIN’
 
Canbey diyar kir ku makmêş gava dîk ankû mêşa nêr hewce bike, ji bo xwe çêdike û gava karê zêdebûnê xelasbû, makmêş bixwe dîkan dikuje. Canbey da zanîn ku gava cihê mêşan di kewarê de teng dibe, an birçî dibin an jî makmêş nikare êdî peywira xwe bi cih bîne, zeyî ankû şixle didin. Canbey ev pêvajo wiha vegot: “Gava makmêş leng dibe an jî êdî ji ber pîratiyê nikare peywira xwe bi cih bîne, mêşên di kewarê de ji xwe re makmêşeke din çêdikin. Piştî 16 rojan makmêş ji hêkê derdikeve û heke cihê wan teng be an jî birçî bimînin, bi koma xwe re kewarê diterikîne û diçe ciheke din ji xwe re digere. Heke li derdorê dar hebin xwe dispêrin daran, heke tinebûn diçin heta cihekî guncav ji xwe re dibînin. Heke em van koman bibînin em wan dîsa digirin û têxin kewareke nû de.”
 
BIHAYÊ HINGIV ÇIQAS E?
 
Canbey behsa bihayê hingiv jî kir û da zanîn ku ew kîloya hingivê bişekir ê suzme û petek 300’an, yê gergere (kasnak) ku ew jî bişekir e 400’an, hingivê suzme yê bêşekir 600’an û hingivê reşkewarê yê heqîqî jî 800’an difiroşe. Canbey anî ziman ku milet hingivê reşkewarê dide hezar û nîv an jî 2 hezaran û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta 2 hezar û nîv jî min dîtiye dane, lê  wijdana min qebûl nake. Lewma ez 800’an didim. Gelek kes hingivê reşkewarê yê heqîqî ji bo zarokan an jî ji bo nexweşan dikirin. Lewma ez bi bihayeke zêde firotinê heram dibînim. Her wiha piyaseya hingiv jî heye. Piyaseya hingiv îsal gelek bêdeng ankû sekan e û milet ji ber vê qrîza aborî nikare hingiv bistîne. Lê ez bixwe xwedî muşterî me, ez ji bo Stenbol, Enqere, Edene hwd. gelek cihan rêdikim. Her wiha li vir li Tetwan û gundên wê jî gelek muşteriyên min hene, lewma ez ji piyasê bibandor nabim û ez dikarim debara xwe bikim.”
 
MA / Bazîd Evren