Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?

img

DUHOK - Tirkiye di êrişên xwe de hêzên taybet ên PDK’ê û Tîma Xencerê bi kar tîne lê dîsa jî encamekî bi dest naxe. Hat zanîn ku niha jî penaberên ciwan ên sûriyeyî ku bi salane “perwerde dike”, ji bo ku di êrişan de bi kar bîne amade disekinîne. 

Desthilatdariya AKP-MHP’ê di 23’yê nîsana sala 2021’an de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh dabû destpêkirin lê bi tu awayî nekarî pêş bikeve. Îsal jî di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke nû kir. Di êrişan de hêzên taybet ên Zêrewanî û Gulan ên girêdayî PDK’ê, çeteyên Roj, cerdevan û hêzên paramîlîter ên weke Tîma Xencerê bi kar tîne. Hat zanîn ku tifaqa AKP-MHP-PDK’ê ku nikarin windahiyên xwe veşêrin, niha jî xwe amade dike ku di çarçoveya bernameya “Perwerde-Biçekkirinê” de bermahiyên DAIŞ’ê yên tirkmenistanî û ozbek û ciwanên sûriyeyî yên penaber di êrişan de bi kar bîne. 
 
Li ser xeta sînor a Çelê ya Colemêrgê û Qileban a Şirnexê gelemperî cerdevan û çeteyên Tîma Xencer ku bi salane li herêmê bi kiryarên xwe yên revandin, îşkence û komkujiyan tê naskirin hatine bicihkirin. Li herêmên başûrê Kurdistanê jî hêzên taybet ên Zêrewanî, Gulan û çeteyên Roj hatine bicihkirin. Derket holê ku bermahiyên DAIŞ’ê yên ozbek û tirkmenistanî ku bi salane li Tirkiyeyê tên veşartin jî di êrişan de tên bikaranîn. Ev komên navborî, di bin sîwana SADAT’ê de tên perwerde û biçekkirin, cil û bergên leşkerî yên li gorî herêmê li wan tên kirin û hewl didin li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi cih bikin. 
 
PENABERAN DI BIN NAVÊ ‘NOTIRVANIYÊ’ DE QEYD DIKIN 
 
Ji îlona sala 2021’an heta niha ciwanên ji Sûriyeyê koçberî Tirkiyeyê bûyîn, di bin navê “notirvanî” û “peywirdarên ewlekariyê” de tên qeydkirin. Hat zanîn ku ev kes di çarçoveya bernameya “Perwerde-Biçekkirinê” de hatine wergirtin. Li gorî agahiyan, ev xebat bi pêşengiya efsarê TSK’ê yê bi navê Mesût û çeteyê bi navê Ebû Harîs Reqawî yê ji Sûriyeyê ve tê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de bi taybet jî ciwanên Sûriyeyî yên bêkar di bin navê “notirvaniyê” de tên qeydkirin. Her wiha 300 TL mûçeyê didin wan. Ebû Harîs ku berpirsyarê ewlekariyê yê koma paramîlîter a Ehrar El Şamê bû, piştî ku DAIŞ’ê herêm dagir kirî nexwest bi wan re bixebite û reviya Tirkiyeyê. Harîs, piştî ku hatî Tirkiyeyê bi MÎT’ê re xebitî. Navê vî çeteyî di hemû karên tarî û qirêj ên MÎT û SADAT li ser penaberên Sûriyeyê dimeşîne de derbas dibe.
 
PENABERAN BER BI HERÊMÊN ŞER VE DIŞÎNIN 
 
Hat zanîn ku efserê TSK’ê û endamê komên çete soz dane van ciwanên sûriyeyî ku dê tenê li “Saziyên Tirkiyeyê û li herêmên xwe bibin peywirdarên ewlekariyê” lê belê di çarçoveya bernameya “Perwerde-Biçekkirinê” de ji perwerdeyeke giran re hatine derbaskirin. Li gorî agahiyan, komeke ku perwerdeya wan xelas bûyî ber bi herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ve hatine şandin. 
 
CEBILXANEYA NEQEYDKIRÎ TÊXIN ZÎMETA XWE!
 
Hat zanîn ku dewlet hewl dide çek, cebilxane û alavên leşkerî yên neqyedkirî ku di dema operasyonên taybet ên li dijî mafyayan de bi dest dixe, bi vê rê û rêbazê têxe zîmeta xwe. 
 
NAVÊ 180 KESAN HAT VEŞARTIN
 
Li gorî Peymana Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY), qedexeye ku kesê di statûya penabertiyê de li dewleta ku lê dimîne di saziyên dewletê, leşkerî û hêzên ewlekariya sivîl de cih bigirin. Li gel vê yekê jî li Ofîsa Rihayê ya Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY’yê 180 kes di bin navê “notirvaniyê” de hatine wergirtin û navên wan tên veşartin. 
  
MA / Erdogan Altan