Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e

img
ENQERE - Rojnamegera ji rojhilat Evîn Keştkar diyar kir ku piraniya civakê di wê baweriyê de ye ku bêyî azadiya jinan azadiya civakê ne pêkan e û got: “Destpêkerê têkoşînê Kurdistanê ye. Tevî hemû êrişan jî teqez em ê bi ser bikevin.” 
 
Çalakiyên ku piştî Jîna Emînî di 16’ê îlonê de ji aliyê “polîsên exlaqê” ve hat qetilkirin li paytexta Îranê Tehranê dest pê kirin, dewam dikin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, heta niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 342 kes ku 42 ji wan zarok û 26 jê jin in, hatine qetilkirin û zêdetirî 15 hezar kes jî hatine girtin û di girtîgehan de ne. Derbarê bi hezaran kesên ku bi darê zorê hatine revandin û windakirin de jî tu agahî nayê girtin. 
 
Xwepêşandana ku di demeke kin de li gundên herî dûr ên Îranê û rojhilatê Kurdistanê belav bûn dirûşmeya “Jin jiyan azadî” jî bû remza xwepêşandanan. Ev dirûşm bû navê serhildana gel a li dijî rejîma ku jin û jiyana li Îranê qetil dike. Ev dirûşma ku kurteya perspektîfa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji salên 1980'an û vir ve ji bo azadiya jinan ji pergala koletiyê derxistiye holê, sembola têkoşîna azadiyê ya tevgera jinên kurd e. 
 
JI ALIYÊ HEMÛ DINYAYÊ VE HAT NASÎN 
 
Ji destpêka salên 2000’î û vir ve ku Tevgera Jinên Kurd bi tevgera jinên femînîst re bû hevpar, dirûşma “Jin jiyan azadî” ku hema bêje di her çalakiyan de tê berzkirin, bi têkoşîna jinên kurd li rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ'ê ku rûyê herî hovane yê mêraniyê ye, ket rojevê. Ev dirûşm wê çaxê jî li meydan û kolanên bajarên wek Kobanê olan dida. Jin bi vê diruşmeyê ji dewlet û hêzên mêran ên ku bi dagirkerî û şeran civak hilweşandine, bi gotina “dema hesabpirsînê ye” û ber bi “siberojek serkeftinê ve” ve bimeşin. Ev dirûşma ku ji li Rojava belav bû û li Îran û Rojhilat mezin bû, ev dirûşma ku zimanê hevpar ê gelan e, careke din rastiya “Jin ne azad bin civak jî ne azad e” derxist holê. 
 
Rojnamegera lurd Evîn Keştkar ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa çalakiyên ku zêdetirî 60 roj in li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin û bandora dirûşma "Jin jiyan azadî" ya ber bi 25'ê Mijdarê ve kir. Ji ber ku ewlehiya jiyanê li Îranê nîne, em navê rojnamegerê diguherînin û dikin “Evîn Keştkar.” 
 
DI DU MEHÊN DAWÎ DE GUHERTINEK MEZIN PÊK HAT
 
Keştkar da zanîn ku di du mehên dawî de li seranserî Îranê ew bi bawer in ku jin xwedî maf in û dikarin rewşê biguherînin. Keştkar anî ziman ku lê vê carê jin pêşeng in û got: “Berê zilaman xwepêşandan dida destpêkirin û jin hindik bûn. Lê vê carê jin pêşengên serhildanê ne. Gelek jin, destpêkerên xwenîşandanan e. Mêrên Îranî dest bi wê yekê dikin û êdî dibêjin ku ev ‘şoreşa jinan’e. Êdî nikarin daxwaz û qîrîna jinan ji nedîtî ve bên.” 
 
ZILAM NEÇAR MAN BI YA JINAN BIKIN 
 
Keştkar anî ziman ku Jîna Emînî hêrsa hemû jinên Îranê ye û bal kişand ser serpêhatiyên herî xirab ên rejîma 40 salî ya meleyan. Keştkar da zanîn ku tu carî mafên mirovan bi tevahî nebûne û got, “Di van çalakiyan de jî mêran hewl dan dirûşma civakê biguherînin. Lê belê parêzvanên mafên jinan bi zanebûn daketin qadan û nehiştin têkoşîn ji holê rabe. Rast bêjim, berdewamiya jinan bû ku bi neçarî gelek mêr bi xwe re dikişand. Ji ber ku mêran dizanibû ku heke bi jinan re nebin dê red bikin.” Kêştkar her wiha got, çalakvanên mafên jinan tevî hikûmeta neyar û astengiyên xwegihandina medyaya dîjîtal jî têkoşîna xwe eşkere kirin û gelek mêrên Îranî kirin ku daxwazên wan qebûl bikin, lê ev pêvajo ne hêsan e. 
 
JINA AZAD, CIVAKA AZAD 
 
Keştkar diyar kir ku piraniya civakê di wê baweriyê de ye ku azadiya civakê bêyî azadiya jinê ne pêkan e û got: “Ji ber vê yekê dirûşma ‘jin jiyan azadî’ gelekî belav bû. Helbet divê em rola Kurdistanê jî ji bîr nekin. Ji ber ku Kurdistanê paşxaneya vê dirûşmeyê dizanibû, zanîbû ku rola jinê di têkoşîna azadiyê de çiqasî girîng e. Bi dîtina min yekitiya jin û mêrên Kurdistanê bû ku rola vê diruşmeyê tekez kir.”
 
‘DEMA TU KURD Û JIN BÎ JI BO HER KESÎ GEF Î’ 
 
Keştkar diyar kir piraniya kesên bi êrişa hêzên îstîxbaratê re rûbirû dimîne çalakvanên mafên jinan in û wiha axivî: “Helbet ne ewqas ecêb bû. Heke hûn weke jina kurd rêya têkoşînê bigrin hûn ê ji bo desthilatdariyê bibin tehdîdek cidî. Kesên ku ji aliyê Muhafizên Şoreşê ve hatine pirsîn dizanin ku yekem tiştê ku tê binpêkirin rêz û hurmeta we ya mirovî ye. Her tim rastî heqaretên zayendî tên, jê re dibêjin fahîşe û di rewşên pir giran de rastî êrişa zayendî û tecawizê tên. Em jinên ku ji aliyê dezgeha îstixbaratê ve tên girtin, bi eşkerekirina têkiliyên me yên şexsî tên tehdîdkirin, û ev yek car caran dibe amûreke cidî ya zextê ji bo hikûmetê ku zextê li jinên di girtîgehê de bike."
 
‘EM Ê BI SER BIKEVIN’ 
 
Keştkar destnîşan kir ku tevî hemû êrişan jî “Em ê teqez bibin serketiyên vê şoreşê” û wiha dewam kir: “Tu şik û guman tune ye. Niha ku em fêr bûne ku em dikarin bi awayekî din bijîn, azad bibin, şalpe (sergirtina bi darê zorê” bi darê zorê rakin û şer bikin, êdî dewlet nikare me bike wek mirovên beriya kuştina Jînayê. Ev sira serkeftina me ye. Carinan xwepêşandan bi yek sloganekê dest pê dikin. Lê ji ber ku pêvajoya tevgerê zelal e û mirov bizane ka ew çi dixwazin, ne ewqas zehmet e ku li hev kom bibin û di rêyek diyar de bimeşin. Li Kurdistanê gelek slogan derdikevin û belav dibin. Kurdistan jî di pir rewşan de destpêkerê têkoşînê ye. Mîna dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' îro jî tê gotin." 
 
MA / Zemo Aggoz