Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan entegrasyona demokratîk wekî têgeheke sereke di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dibîne. Abdullah Ocalan destnîşan dike ku entegrasyon tenê bi rêya demokratîkbûna komarê û naskirina civakê ji aliyê dewletê ve dikare pêk bê.

Entegrasyona demokratîk/pozîtîf wekî yek ji qonaxên herî girîng ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê dîtin ku armanc dike pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi endamên Şandeya Îmraliyê re di 28'ê Tebaxê de destnîşan kir ku "civaka demokratîk, aştî û entegrasyon" sê têgehên sereke yên pêvajoyê ne. Ocalan destnîşan kir ku xwegihandina encamekê encax li ser vî esasî pêkan e. 
 
Ev têgeh di hevdîtin û nivîsên din ên Ocalan de gelek caran derbas dibe. Di hevdîtina xwe ya bidîmen a 9'ê Tîrmehê de, Ocalan girîngiya entegrasyona demokratîk/pozîtîf destnîşan kir û got: "Ji bo her kes bi rola xwe rabe û Aştî û Civaka Demokratîk bigihê armanca xwe, perspektîfeke entegrasyonîst a pozîtîf divê."
 
PÊNASEYA ENTEGRASYONÊ YA ABDULLAH OCALAN 
 
Li gorî Abdullah Ocalan, entegrasyon "yekitiya civaka demokratîk a bi netew-dewletê re" ye. Abdullah Ocalan ku dibêje "hêza damezrîner a entegrasyonê ya di nav dewletê de civaka demokratîk e." Ocalan, di vê pêşniyaza xwe ya çareseriyê de diyar dike ku civak ne pasîf e û dewlet jî ne kirde ye.
 
Nirxandina herî berfireh a Ocalan a li ser vê mijarê di manîfestoya berfireh ku wî pêşkêşî kongreya PKK'ê kir de heye. Di manîfestoyê de, Abdullah Ocalan wiha dibêje: "Civak xwe wekî dewletekê rêxistin nake û xwe bi dewleteke din ve girê nade. Ew wekî civateke demokratîk xwe entegreyî komara demokratîk dike. Entegrasyon, di heman demê de wekheviyê jî dihewîne. Ew bi rêya danûstandinên demokratîk tê avakirin. Entegrasyon, danûstandinên demokratîk hewce dike. Danûstandina demokratîk, yekpareyiya civaka demokratîk û netew-dewletê pêk tîne."
 
Abdullah Ocalan dibêje ku pêşniyaza wî ya ji bo entegrasyona demokratîk/pozîtîf "ne teslîmbûn an jî heşandina di nava rastiyeke din de ye, ji bo jinûve avakirinê qadeke têkoşînê ye ku bi hebûna xwe tevlî dibê." Abdullah Ocalan entegrasyona demokratîk wekî "Rêya Sêyemîn" li dijî asîmîlasyon û polîtîkayên dijdemokratîk ên dewletan diparêze. Xaleke din a girîng ev e ku Ocalan ne bi awayekî taktîkî, bi awayekî stratejîk û paradîgmatîk li ser entegrasyonê disekine. 
 
TÊKILIYA ENTEGRASYON Û NETEWEYA DEMOKRATÎK 
 
Têgihîştina Abdullah Ocalan a ji entegrasyonê di nav paradîgmaya neteweya demokratîk de şikil digire. Di nav modela neteweya demokratîk de, entegrasyon wateya ku nasnameyên cuda bi hebûna xwe li ser esasê hevwelatîbûnê bijîn dihewîne. Yekitiyeke ji pevçûnan xalî esas digire û di nava piraniya çandîbûnê de yekitiya siyasî dide der. Avakirina vê yekitiyê di heman demê de tê wateya rêxistinkirina her gel, bawerî û nasnameyê bi perspektîfeke demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan û yekitiya dewletê û saziyên demokratîkbûyî. 
 
DÎYALEKTÎKA DÎROKÎ-CIVAKÎ
 
Entegrasyon ne tenê niha an jî dema niha vedibêje, di heman demê de, wekî mijareke diyalektîkê, temamkerî û dînamîzma xewn/têkoşîna ji bo cîhaneke nû bi hebûna ezmûnên yekpare yên entegrasyona dîrokî-civakî vedibêje.
 
Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk (2013)" de vê rewşê wiha rave dike: "Ev pêdiviyeke heqîqetê ye ku civaka sosyalîst wekî jehrkujiya kapîtalîzmê were hesibandin, lê tenê ne ev e; wekî civaka ku hewl dide ku di hemû civakên berê de wekî pêşketî, yekgirtî, azad û wekhev derkeve holê. Cureya mirovan, her gav civakî ye. Paşeroj, niha û pêşeroj bi tena serê xwe nayên jiyîn. Her sê rewş bi hev re re tên jiyîn. Kêliya niha, bi qasî ku pêşeroj e, ewqas jî paşeroj e."
 
3 RÊGEZÊN SEREKE  
 
Abdullah Ocalan, entegrasyona demokratîk dispêre 3 rêgezên bingehîn: 
 
Ya yekem pênaseya aktoran e: Bi aktoran, mebesta wî "civaka demokratîk" û "netew-dewlet" e. Mebest li vir ne ew e ku ji van aktoran, yek jê di nava yê din de bihele; mebest ew e ku her du kirdeyên cuda di bin sîwana komara demokratîk de werin cem hev.
 
Ya duyemîn, destnîşankirina rêbazê: Rêbaz ne ferzkirin yan jî zorlêkirin e, danûstandina demokratîk û siyaseta demokratîk e.
 
Ya sêyem, zelalkirina armancê: Armanc entegrasyona demokratîk e, anku li ser zemîneke wekhev yekitî û yekparebûn e. Li vir xaleke girîng jî, ev e ku muxatab ne hikûmet e, dewlet e. Muxatabbûna dewletê, di warê mayindebûn û berdewamiyê de girîng e. 
 
DI MANÎFESTOYÊ DE ENTEGRASYON 
 
Abdullah Ocalan, di manîfestoya xwe de balê dikişîne ser van aliyên entegrasyonê:
 
Abdullah Ocalan, entegrasyona demokratîk wekî têgihîştina serdema nû ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navînê pênase dike û wê wekî derfeteke girîng dibîne. Abdullah Ocalan, armancê wiha rave dike: "Armanc çareseriyeke entegrasyona demokratîk e, bi netew-dewletên ku Kurdistanê di navbera xwe de parve kirine. Em dikarin vê yekê wekî 'çareseriya pirsgirêka Kurd û entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navînê' bi nav bikin... Me pêşniyaza çareseriya 'neteweya demokratîk' pêş xist. Anku, me got, 'Çareseriya sosyalîst, çareseriya neteweya demokratîk e.' Me 'bernameya civaka demokratîk' bi têgihîştina ku 'Sosyalîzm bêyî demokrasiyê hebe' pêş xist. Ev rêgez e. Li gorî vê rêgezê, me dest ji netew-dewletê berda; me ew bi neteweya demokratîk guherand û bernameya me dê li dora 'neteweya demokratîk' were hunandin. Têkiliya wê bi dewletên cîran re girîng e. Ji ber ku divê pêşî ev were çareserkirin. Ji bo çareserikirina vê jî, 'entegrasyon' têgeha rast e. Anku, bi Tirkî, 'bütünleşme'. Entegrasyon, li dijî modernîteya kapîtalîst, beşek ji parastina modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk e. Ew redkirina hemû îmtiyazên li çînî û nasnameyî ku ji hêla modernîteya kapîtalîst ve hatine avakirin."
 
Entegrasyona Demokratîk bi Çar Dewletan re
 
Abdullah Ocalan, entegrasyona demokratîk wekî pêvajoyeke entegrasyonê ya tenê di nava sînorên Tirkiyeyê de nabîne. Ew her wiha bi çar dewletan re (Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq) têgihiştina yekparebûneke li ser esasê entegrasyonê destnîşan dike: "Entegrasyon girîng e. Ji ber ku ew girêdanek bi netew-dewletan re nîşan dide. Netew-dewletên mirov karibin bi wan re bijîn. Çar netew - dewletên ku rasterast bi Kurdistanê re eleqedar hene. Em ê bi nêzîkatiyek li ser bingeha entegrasyonê bi her çar dewletan re bibin yek." 
 
Bi Komara Demokratîk re Entegrasyon
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku stratejiya civaka demokratîk, siyaseta demokratîk e. Di vê çarçoveyê de, ew siyaseta demokratîk wekî stratejiya bingehîn dibîne û entegrasyona bi komara demokratîk wekî qada duyemîn a sereke dibîne. Abdullah Ocalan, ji bo entegrasyona demokratîk ku ne tenê Kurdan, di heman demê de Tirkan û gel û baweriyên din ên di nav komara demokratîk de bi rêya siyaseta demokratîk û civaka demokratîk dihewîne. 
 
Abdullah Ocalan, vê rewşê di manîfestoyê de wiha tîne ziman: "Di dawiyê de, siyaseta demokratîk dê di nav komara demokratîk de were meşandin. Em ê siyaseta demokratîk bi Komara Tirkiyeyê re entegre bikin. Ev dê garantiya demokrasiyê be. Siyaseta demokratîk pêwîstî bi civakeke demokratîk heye. Lê di heman demê de pêwîstî bi komara demokratîk jî heye. Ger komar demokratîk nebe, entegrasyon çênabe. Entegrasyon bi komara faşîst pêk nayê. Ji ber vê yekê, hevwateya siyaseta demokratîk komara demokratîk e. Entegrasyon bi wê çêdibe, dibe yekpare. Ev pir girîng e û armanca me pêk tîne."
 
Li Dijî Asîmîlasyonê Wekhevî, Danûstandina Demokratîk û Têkoşîn
 
Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku têgihîştina wî ya entegrasyonê berevajî asîmîlasyonê ye. Têgihîştina Ocalan a entegrasyonê, ne asîmîlasyonîst e, dijasîmîlasyonî ye û yekparebûna beramberî dipejirîne. Ew dibêje ku entegrasyon tê wateya wekheviyê ku ew ê bi rêya danûstandinê were sazkirin, û ew danûstandina demokratîk hewce dike. Ew dibêje ku danûstandina demokratîk, wekî rêbazek, dê yekparebûna civakeke demokratîk û netew-dewletê misoger bike. Li gorî Ocalan, pêvajoya entegrasyonê di heman demê de pêvajoyek têkoşînê ye. Anku, ew destnîşan dike ku entegrasyon û têkoşîn bi berdewamî didomin. Di manîfestoya xwe de, ew dibêje, "Dibe ku hin kes bixwazin entegrasyonê wekî asîmîlasyonê fam bikin, lê berevajî vê, em ê li hember asîmîlasyonê li ber xwe bidin."
 
Entegrasyona Siyaseta Demokratîk bi Komara Demokratîk re
 
Abdullah Ocalan, armanca çareseriyê wekî "entegrekirina civaka demokratîk di nav komara demokratîk de" pênase dike û ew vê yekê jî wekî "entegrekirina yekitiya demokratîk" pênase dike. Abdullah Ocalan, dibêje ku siyaseta demokratîk wekî stratejiyekê dê bibe sedema avakirina civakeke demokratîk û yek ji erkên herî girîng ên kesên ku dê rola aktorên di siyaseta demokratîk de bigirin ser xwe wekî avakirina civaka demokratîk bi rêya siyaseta demokratîk û entegrekirina wê bi komarê re pênase dike.
 
Armancên Enternasyonalîst 
 
Di têgihîştina entegrasyona demokratîk a Abdullah Ocalan de, hêla wê ya enternasyonalîst û sosyalîst bihêz tê destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de, ew yekitiya Kurdan bi çar netew-dewletên cîran re wekî entegrasyonê pênase dike, di heman demê de têkiliyên wan bi neteweyên din re wekî "Enternasyonalîzma Komunal" pênase dike. 
 
Nêrînên Abdullah Ocalan ên li ser vê mijarê di manîfestoyê de wiha ne: "Lihevhatina berfirehkirinên me yên teorîk ên nû li ser sosyalîzmê, analîzên me yên dîrokî û civakî, bi ezmûnên lêgerîn û têkoşînê yên li deverên cuda yên cîhanê re, dê tevkariyên girîng di pêşxistina îdeolojiyeke sosyalîst û stratejiyek têkoşînê ya nû de bike. Wekî din, têkilî û hevgirtina di navbera derdorên sosyalîst ên herêmî û cîhanî de dê avakirina sosyalîzmê xurt bike. Ji bo vê armancê, lidarxistina Yekem Enternasyonala Komunal bi beşdariya muxalefeta navneteweyî û derdorên sosyalîst dê pêdiviyek girîng bicîh bîne."
 
Hiqûqa Yekpare û Têkiliya bi Entegrasyonê re
 
Abdullah Ocalan, her wiha du taktîkên bingehîn destnîşan dike. Yek ji van xweparastin e, ya duyemîn "hiqûqa yekpare" ye. Hiqûqa yekpare, îşaret bi wê hiqûqê dike ku mafên nasname û çandî bi awayekî di bin banê qanûnê û destura bingehîn de mîsoger bike. Bi awayekî, ew dikare wekî qanûnekê were binavkirin ku di çarçoveya qanûn û destura bingehîn de hev du temam dike.
 
Her çiqas Abdullah Ocalan siyaseta demokratîk wekî stratejiya xwe ya bingehîn pênase dike jî, ew dibêje ku pêkanîna siyasî ya vê stratejiyê dê bi rêya hiqûqê be. Li vir, Abdullah Ocalan destnîşan dike ku entegrasyona demokratîk, civaka demokratîk û hemû qadên siyaseta demokratîk bingeheke hiqûqî hewce dikin.
 
Abdullah Ocalan ku dibêje "Dê hiqûqa Kurdan jî hebe," di manîfestoyê de wiha dibêje: "Hiqûq şerteke pêwîst e ji bo ku hebûn pêk were, ewlehiya qanûnî bi pêk bê û statû bi dest bikeve. Bêyî hiqûqê, hebûn nikare pêk were û statu bi dest nakeve. Bêyî ewlehiya hiqûqî têkoşîneke demokratîk nabe. Ji ber ku ew hiqûq e ku têkoşîna siyasî ya demokratîk gengaz dike, ewlehî û bingehekê peyda dike. Ji ber vê yekê, hiqûq, wekî qada taktîkî ya bingehîn ji bo pêkanîna stratejiyên siyasî yên demokratîk, bivênevê ye. Em statuyê wekî sazûmankirina civakeke demokratîk dibînin û rêya vê yekê qanûn û hiqûqa destura bingehîn e. Ev qanûn dê misoger bike ku gelê Kurd dikare nasname û çanda xwe ava bike û pêş bixe."
 
Sibê: Ji DEM Partiyê amadekariyên 'entegrasyonê'
 
MA / Dîren Yûrtsever