STENBOL - Endamê heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder, li ser rewşa Rêberê PKK'ê Ocalan a Îmraliyê axivî û got: "Wî tu carî rewşa xwe wekî 'girtî' nenirxandiye. Girtîbûn di lîteraturê de nefikirîn, nelêhûrbûn û neafirandin e. Lê em şahid in ku ew her kêliyê ji bo aştiya herêmê, welat û pêşerojê di nava lêhûrbûn û afirandinekê de ye."
Hêzên navdewletî, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derxistin. Di 15'ê Sibatê de jî radestî Tirkiyeyê kirin. Ocalan, her dem hewl da ku gelê kurd û tirk û Tirkiye ji şer dûr bixe. Di hemû peyamên xwe de got 'Ez ê ji bo aştiya civakî û aştiya gelan têbikoşim.' Dîsa bang li hikûmetê kir ku ew ji bo çareseriya demokratîk, diyalog û muzakereyê amade ye. Her dem xwest pirsgirêka kurd bi rêbazên siyaseta demokartîk çareser bike. Hewl da deriyên Ewropa yên demokrasiyê veke. Lê her derî yek bi yek li ruyê wî hatin girtin. Ocalan herî dawî di 15'ê Sibata 1999’an de li Girtîgeha Girava Îmraliyê hepis kirin.
Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li gorî pergala tecrîda mutleq hat avakirin. Bi rêbazên hiqûqa taybet tê birêvebirin. Ocalan 21 sal in bi tena serê xwe li Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Di 31'ê Gulana 1999’an de li grava Îmraliyê bi dadgeha taybet hat darizandin. Ocalan ji aliyê Dadgehên Ewlehiya Dewletê ya Hêjmar 2 a Enqereyê di qafesa cam de hat darizandin. Ocalan, li vir teza “Komara demokratik" pêş xist û di parastinên xwe de li ser avakirina Komara Demokratîk hûr bû.
DI SALVEGEAR ŞÊX SEÎD DE CEZAYÊ DARVEKIRINÊ BIRÎN
9 caran danişîna Ocalan hat lidarxistin. Ocalan di danişîna dawî de di 29'ê Hezîrana 1999’an de bi dawî bû. Li gorî Qanûna Ceza ya Tirk bi sucdariya "îxaneta welat" ji xala 125'an hat cezakirin. Dadgehê der barê Ocalan de cezayê “darvekirinê" birî. Cezakirina Ocalan a 29'ê Hezîranê di heman demê de salvegera darvekirina Şêx Seîd bû.
Ocalan di 2'ê Tebaxê de bi rêya parêzeran bang li PKK’ê kir û xwest hêza xwe ya çekdar ji Tirkiyeyê vekişînin. Bi vê bangê PKK'ê di 1'ê Îlonê de cara 4’emîn bi awayekî yekalî agirbest îlan kir û hêza xwe ya li Tirkiye derxist dervê sînorê Tirkiyeyê. Dîsa bang li Çiyê û Ewropayê kir ku komên aştiyê bişînin Tirkiyeyê. Li ser banga Ocalan PKK'ê komek ji Çiya û komek ji Ewropa 2 Komên Aştiyê şandin Tirkiyeyê. Lê piştî demek kin, endamên Koma Aştiyê hatin girtin û şandin girtîgehan. Li gel ku PKK'ê Agirbest îlan kir jî TSK'ê operasyonên xwe berdewam kir.
TEZA 'KOMARA DEMOKRATÎK'
Piştre Tirkiye li gorî zagonên lihevkirina Yekîtiya Ewropa re, cezayê Ocalan ê darvekirinê zîvirand "Cezayê muebeta giran". Di bin vê biryarê de îmzeya MHP’ê ku koalîsyona hikûmetê bû jî hebû. Dewletê ku Ocalan bi dar venekir, li Grava Îmraliyê avêtin hucreya yekkesî û di nava şertên îzoleyî de girtin. Bi vî rengî tecrîda giran li ser Ocalan meşandin. Hin caran bi salan nekaribû bi xizmên xwe re hevdîtin bike. Lê her dem Ocalan ji bo aştî û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn serê xwe êşand. Her dem ji bo aştî, demokrasî û aramiya gelan ket nava hewldanan û pêşniyar pêş xist û rêya çareseriyê nîşan da. Ocalan, bêtir li ser teza Komara Demokartîk hûr bû.
BI OPERASYONAN BERSÎV DA ÇARESERIYÊ
Koalîsyona DSP-ANAP-MHP'ê, piştî Ocalan hat girtin û cezakirin bi dawî bû. Di sala 2002'an de AKP hat îqtîdarê. Ocalan dîsa ji bo çareseriyê ket nava hewldanan. Di 15'ê Tebaxa 2009’an de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd "Nexşerêya Çareseriyê" ku ji 156 rûpelan pêk tê amade kir. Lê Îqtidara AKP'ê ev "Nexşerêya Çareseriyê desteser kir û heta demek dirêj nedan parêzeran. AKP'ê dîsa tecrîda mutleq berdewam kir. Dîsa bi destê Cemaeta Fethullah Gulen li dijî siyasetmadarên kurd operasyonê berdewam kir. Siyasetmedarên kurd bi operasyonên KCK'ê hatin binçavkirin û hatin girtin. Bi hezaran kurd hatin girtin û cezakirin. Ocalan bi mehan û salan bi parêzer û malbatê re nekarîbû hevdîtin bikin. Di 12'ê Îlona 2012’an de girtiyên PKK û PJAK’ê li dijî tecrîdê û ji bo zimanê zikmakî li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê 68 rojan berdewam kir. Her hefte hêjmara çalakgerên grevê zêde bû û bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê. Piştî Ocalan peyam şand çalakgeran dawî li greva xwe anî. Piştre rêya diyalogê vebû. Heyeta yekem di 3'ê Çileya 2013'an de çûn Îmraliyê. Ev bû destpêka “Pêvajoya çareseriyê. Lê di 9'ê çileya 2013'an de li Fransayê li dijî 3 siyasetmedarên kurd ên jin suîqast çêkirin û 3 jinên kurd ên siyasetmedar û dîplomat qetilkirin. Di 28'ê Sibata 2015'an de “Mutabakata Dolmabahçe" îmze kirin. Lê Serokê Giştî ye AKP'ê û hikûmeta AKP'ê piştî hevdîtina dawî ya 5'ê nîsana 2015’an dawî li vê pêvajoyê anî. Erdogan got ez meseyan nas nakim.
Yek ji kesên di nava heyeta Îmraliyê de hebû Parlamenterê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder bû. Onder têkildarî komploya navdewletî ya 21 sal berê ji Ajansa me ya Mezopotamya" MA re axiî.
Onder, anî ziman ku Ocalan berî her tiştî rewşa xwe wekî ‘Girtî" pênase nake. Ew bû bingeha afirandina aştiya civakî. Her tem ‘Astengiyên fîzîkî" derketin pêş wî. Bi navê ‘Pergala Îmraliyê" her dem astengî derketin pêş Ocalan. Ocalan diyar kir ku ev nikare wî asteng bike, tenê dikare aştiya civakî dereng bixe. Di lîteratura Ocalan de girtîbûn nefikarindin, nelêhûrbûn û ne afirandin e. Lê em bûn şahid ku Ocalan di her kêliyê de fikirî, afirand û ji bo pêşeroj û aştiya welat ket nava lêhûrbûnekê. Pergalên dewlet-îqtîdarê heta niha hebûna xwe li ser tunebûna aştî û demokrasiyê ava kir. Her dem şer pêş xist û xwest ji demokrasî û hiqûqê dûr bixe."
Onder, diyar kir ku demokratikbûna Tirkiyeyê bi pêşxistina aştî û demokratîkbûna civakî pêkan e û wiha got: "Rastiya Welat û herêmê divê ji manîpulasyonê dûr be. Divê bi awayekî azad û bi her alî bê niqaşkirin û li ser esasê rastiyê gav bên avêtin. Divê berî her tiştî şertê ku cudakarî çiye bê niqaşkirin. Heta cudakarî neyê famkirin lihevkirin jî nayê famkirin.
HETA PERGALA HEGOMONÎK NEYÊ FAMKIRIN DÊ KORBÛN BIDOME
Onder, destnîşan kir ku Sekna Îmraliyê, navê hewldana pêşxistina biryar û perspektifê bû û wiha got: "Tu daxwaz û fikrên tekakesî yên Ocalan tune bû. Daxaz û niqaşên ku pêş xistin bi temamî ji bo pêşeroja civakê bûn. Xwedî bawerî û jixwebaweriyek xurt e. Dema em li hevdîtinên dawî û nirxandinên dawî dinerin, em dibînin ev lêhûrbûn, fikirandin û lêbûrbûn her ku diçe kûr dibe û mezin dibe. Li dijî vê yekê cerebe û hewldanên Enqereyê jî di pergala hegemonik de israr dike. Li şûna têgeh û perspektifên ku Ocalan li Îmraliyê pêş xistiye wate bidêyê û fam bike, naxwaze fam bike. Ji pêvajoya ku paradigmaya wan ser û bin bibe re ne amade ne. Ji ber daxwaza wan a aştî û demokraksiyê tune ye, berê xwe dane eniyek kor a pêşeroja wê tune ye. Ew pêvajo wekî ‘niyet’ dê dî dirokê wekî hewldana baş cihê xwe bigire. Lê wekî rêbaz ya berê dîsa dubare nabe. Ev li dijî aqil û dîrokê ye."
SERDEST JI BO BIGÊJIN ARMANCA XWE GELAN DIKIN DIJMİNÊ HEV
Onder, herî dawî anî ziman ku ya esil rastiya ku têde dijîn e û wiha got: "Muxatabî di nava vê rastiyê de bi teşe dibe. Dê bi teşe bibe. Dema em li vê rêveçûnê dinerin em dibînin ku: Herêm bûye cihê agir. Hêzên Navneteweyî ên emperyal pevçûnên nava xwe kirine gola xwînê. Di encama vê yekê de xizanî, kuştin, girtin, talankirin û wêrankirinê bi xwe re tîne. Başe hêzên serdest çawa vê yekê bi dest dixin? Ji ber ku bawerî û gelên herêmê tînin hemberî hev û bi hev didin şerkirin. Dikin dijminê hev. Tu berjewendiyên mazlumên herêmê di vî şerê li herêmê pêş dikeve de tune ye. Li aliyê din hemû bedelên giran ew bi xwe dide. Divê ev gel bêtir bi hevre bin. Divê bêtir xwedî vîn bin.
Tu pergalên ku pişta xwe bide ji herdu hêzên emperyal yekî-ê nikare 24 saetan bijî. Hêvîya çareseriyê divê deqez wekî berê mase û rêbazê bibîr nexe. Ew pêvajo dê wekî ‘niyet’ di dîrokê de cihê xwe bigire. Lê wekî rêbaz dê dîsa dubare nebe.
DAWÎ
MA / Ferhat Çelik