ANKARA – Wê HDP, di 23'yê Sibatê de, di Kongreya Asayî ya 4'an de dest bi serdema xwe ya nû bike. Wê HDP, bi kadroyên xwe yên nû stratejiya "Rêya Sêyem" ku xwe dispêre perspektîfa "Tirkiyebûnê" û "Îtifaqa Demokrasiyê", mezintir û dorfirehtir bike.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê di 23'yê Sibatê de li Eywana Sporê ya Enqereyê Kongreya Asayî ya 4'an li dar bixe. Wê di kongreyê de hilbijartina hevserokatiya giştî û Desteya Rêvebir a Navendî pêk bê û wê xeta têkoşînê ya serdema nû bê diyarkirin. Partiyê piraniya vê nexşwerêya xwe di Konfeansa Mezin a Sêyemîn de ku di 24-25'ê Çileyê de li Enqereyê li dar xistibû, diyar kiribû. Piştî konferansê, danezana encamê hatibû aşkerekirin û ji bo serdema nû hatibû gotin: "Armanca me dawîlêanîna rejîma yekzilamî û faşîzma îqtîdara AKP-MHP'ê; afirandina îqtîdareke demokratîk ku li ser asasên kedaê, jinê, xwezayê, gelan, baweriyan û hemû nasnameyan e."
Her wiha di danezanê de îşaret bi îtifaqa demokrasiyê hatibû kirin û hatibû destnîşankirin ku "Ji bo guherînê, ji bo ev îqtîdar veguhere rewşeke demokratîk dem dema biherebûnê ye. Partiya me, ji bo di serdema nû de hêzên demokrasiyê bibin alternatîf, amade ye înîsyatîfê û rolê sereke hilgire."
Wê HDP bi vê nexşerêyê di Kongreya Asayî ya 4'an de jî ji bo eniya "Tirkiyebûnê" û "Îtifaqa demokrasiyê" dorfirehtir bibe kadroyên xwe yên serdema nû diyar bike.
JI HEP'Ê BER BI HDP'Ê VE MEWZIYA DEMOKRASIYÊ
Stûna sereke ya partiyê kurd in. Di 7'ê Hezîrana 1990'î de bi Partiya Kedê ya Gel (HEP) çûn Meclîsê. Gava çûn Meclîsê bi zext û zoriyan rû bi rû man. Lê dîsa jî îdiaya xwe ya "Îtifaqa Demokrasiyê" û "Tirkiyebûnê" domandin. Vê mewziya xwe di 15'ê Cotmeha 2012'an de bi HDP'ê dorfirehtir kirin. Beriya HDP'ê Tevgera Demokratîk a Gelan (HDK) hatibû avakirin û HDP'ê jî wekî perçeyeke HDK'ê derket holê. Partiya Aştî û Demokrasiyê, Partiya Sosyalîst a Şoreşger, Partiya Sosyalîst a Bindestan, SYKP, Partiya Pêşerojê ya Kesk û Çepgir di bin banê HDP'ê de hatin gel hve. Partî bi pêkhateyên xwe ji bo çepgir, sosyalîst, misilman, ekolojîst, feminîstan bû platformek. Ewilî Yavûz Onen û Fatma Gok bûn hevserokên giştî yên partiyê. Paşê di 27'ê Cotmeha 2013'an de Kongreya Asayîî ya 1'emîn pêk gar û Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu bûn hevserokên giştî yê partiyê.
Paşê parlementerên BDP'ê, di 28'ê Hezîrana 2014'an de derbasî HDP'ê bûn. HDP'ê, di 11'ê Tîrmeha 2014'an de kongreya xw eya duyemîn lidarxist û vê carê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bûn hevserokên wê yê giştî.
Pêkhateya HDP'ê, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), di 11'ê Tîrmeha 2014'an de bi dirûşmeya "Em bi xweseriya demokratîk jiyana azad ava dikin" kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist. Di kongreyê de navê partiyê hat guherandin, bû Partiya Herêmên Demokrartîk (BDP). BDP û HDP di sala 2014'an de tev li hilbijartina herêmî bûn û di hilbijartinê de 3 jê şaredariyên bajarên mezin bi giştî 102 şaredarî bi dest xistin.
BENDAV HAT DERBASKIRIN
Serdema "pêvajiya çareseriyê" ji bo bo HDP'ê salên destkeftiyan bûn. HDP, di hibliajrtina giştî ya 7'ê Hezîranê de ji sedî 13 ray girtin û 80 parlementer şandin Meclîsê. Bi vê hilbijartinê îdiaya tirkiyebûnê hatibû îspatkirin. Lê belê piştî Peymana Dolmabahçeyê ku di 28'ê Sibata 2018'an de hatibû îmzekirin hat redkirin, zext û zoriyên li ser HDP'ê jî ketin dewrê. Di Tîrmeha heman salê de, bi operasyonên li dijî Qendîlê pêvajoya çareseriyê bi dawî bû. Di vê pêvajoya şerî de, di 1'ê Mijdara 2015'an de careke din hilbijartina giştî çê bû û HDP'ê di vê hilbijartinê de ji sedî 10.8 ray girtin û vê carê 59 parlementer şandin Meclîsê. Piştî hilbijartinê polîtîkayên zext ûz oriyê cardin ketin dewrê. Di 20'ê Gulana 2016'an de bi piştgiriya CHP'ê û bi rayên AKP-MHP'ê destnedayîna parlementerên HDP'ê hat rakirin. Bi vê re Demîrtaş û Yuksekdag jî di nav de parlementeriya 12 parlementerê HDP'ê hat betalkirin û di 4'ê Mijdara 2016'an de hatin girtin û parlementeriya 7 kesan hat betalkirin. Di heman salê de qeyûm tayînî 94 şaredariyan jî hat kirin.
Lê HDP, ligel ev qas zext û zoriyan jî di hilbijartina giştî ya 24'ê Hezîranê, hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê û hilbijartina Stenbolê ya 23'yê Hezîranê de bû partiya ku encamên hilbijartinê diyar dike. HDP, di 31'ê Adarê de bi pêngava "Li Kurdistanê bi se rbikeve, li rojavayê welat AKP-MHP'ê têkbişikîne" tev geriya û bi vê pêngavê kir ku AKP-MHP li Stenbol, Enqere, Mêrsîn, Edene û Antalyayaê nikaribe bi ser bikeve.
Piştî hilbijartina herêmî, HDP hat tawanbarkirin. Ji bo HDP'ê hat gotin ku li bajarên kurda "Partiya Tirkan", li rojavayê welat jî "Partiya Kurdan" . Lê belê HDP'ê di 20'ê Mijdara 2019'an de bi deklerasyonekê berisva van tiştan da û destnîşan kir ku wê li Meclîsê bimîne.
Piştî mudaxileyî hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê hat kirin HDP'ê jî di 20'ê Mijdarê de deklerasyonek daxuyand û di vê deklerasyonê de jî derket holê ku ji HEP'ê heya niha îdiaya wê ya ji bo "Tirkiyebûnê" û "Îtifaqa Demokrasiyê" çawa derketye holê. Niha jî wê di pêvajoyee wiha de vê mîrateya xwe dîsa bidomîne û kongreya xwe ya 4'an li dar bixe û wê ji bo avakirina îqtîdara demokratîk hin pêngavên polîtîk diyar bike.
MA / Berîvan Altan – Zemo Aggoz