KASED ji bo jin û zarokan dest bi kargehan dike

img

AMED - KASED ku bi dirûşmeya "huner ji bo her kesî" zend û bend badan, dê di 15'ê Cotmehê de dest bi kargehên xwe bike. Cîgira KASED'ê Neşe Toprak, ji bo beşdarbûna kargehan bang kir. 

Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinê (KASED) ku bi dirûşmeya "huner ji bo her kesî" zend û benda badan, ji xeynî jinan dê ji bo zarokên temenê wan di navbera 2-14 salan de jî atolyeyên piyano, tembûr, keman, setel,def, wêne, folklor, perrwerdehiya deng û perwerdehiya kurdî li dar bixe. Qeydên atolyeyan di 23'yê Îlonê de dest pê kirine û dê heya 11'ê Îlonê bidomin. Cîgira Seroka KASED'ê û Mamosteya Wêneyan Neşe Toprak, anî ziman ku ji bo jin û zarokan pergaleke alternatîf ava kirine. 
 
Toprak, bilêv kir ku di 5'ê Îlonê de bi coşeke mezin komele vekirine. Toprak, anî ziman ku dixwazin komeke folklorê ya zarokan ava bikin û piştî qeyd temam bibin dê dest bi dersan bikin. 
 
TEVÎ ZAROKÊN XWE DEST BI QURSÊ KIR
 
Toprak anî ziman ku eleqeyeke zêde ji bo komeleya wan a li navçeya Rezanê heye û got: "Me bi zanebûnî li Rezanê ava kir. Ji lew re ji bo jinên li vir qadên çand û hunerê tune bûn. Herêmeke ku di warê sosyolojîk de pir paşdemyî maye. Jin hepsî malê hatine kirin û tu çalakiyeke wan tune ye. Me jî xwest em xwe bigihînin zarok û jinên li vir. Û me xwe gihand wan. Niha gelê vir me nas dike. Mesela dayikek heye, tevî du zarokên xwe tê kurs aenstrumanê. Wê dayikê got, xeyala wê ew bû ku rojekê hînî enstrumanekê bibe. Me jî jê re got tu niha jî dikarî hîn bibiî û ev der mala te ye. Niha ew jî tevî zarokên xwe tê. Tiştên wisa nîşan didin ku em gihaştine armanca xwe. Ev yek hîn bêtir me dilxweş dike." 
 
PÊŞÎ HEZKIRINA JI BO HUNERÊ
 
Toprak ku li komeleyê mamostetiya wêneyan jî dike got: "Ez û hevaleke me, em dersa wêneyan didin zarokan. Jin û zarok tevde pir hez dikin wêneyan xêz bikin. Bilîbûna bi rengan û derdorê re, mirovan dilxweş dike. Zarok jî gava wêneyan xêz dikin dilxweş dibin. Ewilî em dixwazin xêzkirina wêneyan, hunerê li ber dilê zarokan xweş bikin. Eleqeya ji bo dersên wêneyan jî pir e. Em gelek dersan didin, hemû ders girîng in. Lê belê wêne şaxeke hunerê ya pir kevnar û girîng e." 
 
QADEKE ALTERNATÎF JI BO JINAN
 
Toprak, bal kişand ser pêwendiya di navbera jinê û hunerê de û got: "Jin û huner girêdayî hev in û xwe dispêrin rabirdûyeke dûr û dirêj. Ev pêwendî hê jî didome. Ev sedsal, sedsala jinê ye, û hunermendên jin jî kedeke mezin didin û dixwazin hunera wan bê dîtin. Me jî ev der, bi taybetî ji bo jinan vekir. Em dixwazin jin bi rihetî bên û xwe rihet hîs bikin û hunera xwe bikin. Li Rezanê alternatîfên jinan tune ne. Em jî dixwazin ji bo wan bibin alternatîf. Kîjan jin bixwaze hunera xwe bi pêş ve bixe, em li vir in û ev der mala wan a duyem e, kengî bixwzin dikarin werin. Ji her temenî û çandê jin dikarin bên, em dixwazin bi jinên ermenî, suryanî û ereb re jî bixebitin." 
 
Toprak, destnîşan kir ku li dibistanên pergalê huner pir li paş. 
 
PROJE JI BO ZAROKÊN KOÇBER
 
Toprak, da zanîn ku projeya wan a TitulArtsê jî ji bo jin û zarokên koçber e û got: TitulArts peyveke spanî ye. Tê wateya ku jin û zarok hay ji hunera xwe hene. Li Rojavayê şerek çêbû û jin û zarokên wir ji bêgavî koç kirin. Şer bandoreke mezin li zarokên koçber kir. Em jî ji bo zarokan xebatên çandî dikin. Dê ev xebatên me bidomin. Her wiha em ji bo tenduristî û mafên jinan jî atolyeyekê li dar dixin." 
 
MA / Eylem Akdag