Odeya Avahîsazan: Texrîbatên li Sûrê bi dawî bikin

img
AMED - Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê, diyar kir ku di encama xebata restorasyon û rekonstruksiyonê ku li Sûrê hatiye kirin de li ser dîrok û xwemalîbûna bajar bandoreke neyînî hatiye avakirin û banga bi dawîkirina texrîbatan kir.
 
Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê, têkildarî giliyên ku derbarê restorasyon û rekonstruksiyona ku li navçeya Sûrê ya Amedê tê kirin de bi armanca agahdarkirinê li ber Birca Keçikê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Ev bajar ne bêxwedî ye" hat vekirin û endamên şaxê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Odeya Avahîsazan a Amedê Ferît Kahraman axivî û diyar kir ku texrîbatên ku dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Sûrê dest pê kirine 5 sal in didomin. 
 
Kahraman, destnîşan kir ku li navçeyê avahiyên ûcûbe hatine avakirin û nasnameya xwemalî hatiye tunekirin û di encama van xebatên restorasyon û rekonstruksiyonê ku hatine kirin de li ser dîrok û xwemalîbûna bajar bandoreke neyînî hatiye avakirin. Kahraman, bang li rayedaran kir ku peywira xwe bi cih bînin û pêvajoyê bi awayekî zelal bimeşînin.