Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend

img

ŞIRNEX - Halît Gelîşken ku li Sûka Sefaran a Cizîrê, dermanê kurmancî yê xwezayî nêrebendê hildiberîne, diyar kir ku nêrebend bi kêrî nexweşiyên hestî tê û wiha got: “Heke di laşê mirov de hestiyek bişikê ji bo cebirandinê ev rêbaza dermankirinê tê tercîhkirin.”

Li Herêma Botanê, ji ber ku dermanên kurmancî yên xwezayî hê jî tên tercîhkirin, hilberandina wan didome. Yek ji van dermananên xwezayî ku botî tercih dikin nêrebend e. Nêrebend ji koka gihayek mîna kerengê tê bidestxistin û piştî kedeke dûr û dirêj tê amadekirin. Ji bo şikandina hestiyan û gelek nexweşiyên din ên laşî rêbazeke dermankirinê ya herî bibandor e. Nêrebend cûreyek cemidî ya benîştê reş e, divê li ser agir bê nermkirin û piştre bê bikaranîn. 
 
Dema ku em li Sûka Sefaran a navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya kevnare digeriyan leqayî hilberînerê nêrebendê Halît Gelîşken (59) hatin. Em li dikana Gelîşken a ji bilî nêrebendê, gopal û gelek hûrik mûrik lê tên firotin bûn mêvan û kêlî bi kêlî pevajoya hilberandina nêrebendê ya bi destê Gelîşken û kurê wî şopand. 
 
LI ELKÊ ŞÎN DIBE
 
Gelîşken ku 30 sal in hilberandina nêrebendê dike, di ber karê xwe de ji me re qala nêrebendê û bidestxistina wê kir û ev tişt gotin: “Di salên dawîn de peydakirina nêrûbendê pir zehmet bûye. Mîna berê êdî kes pê re mijûl nabe. Nêrebend ji me re ji gundê Pîrosa û Zevîyan ên navçeya Elkê tê. Gihayê wê di demsala payiz û zivistanê de derdikeve. Lê tenê di demsala payizê de tê berhevkirin. Niştecihên van gundan diçin kom dikin û tînin difiroşin me.”
 
ÇÊKIRINA NÊREBENDÊ
 
Piştî vê agahdakirina bidestxistina wê Gelîşken, derbasî pêvajoya amadekirina dermanê nêrebendê bû û wiha pêde çû: “Piştî ku em dikirin li malê baş dikutin û piştre tînên li dikanê didin silindir. Piştî silindir jî em nêrebenda xwe perçe perçe dikin û li ser agir germ dikin û li ser capûn pehn dikin. Piştî vê astê em capûn mîna çixarê li nêrebendê dipiçin û difiroşîn." 
 
'LI GORÎ ÊŞÊ TENIK AN JÎ STÛR ÇÊDIKIM' 
 
Gelîşken, bi lêv kir ku ji bo nêrebendê ji gelek deverên Tirkiyeyê ji wan re sparîş tên û wiha behsa feydeyên nêrebendê kir : "Ev derman kêrî nexweşiyên hestiyan tê. Heke di laşê mirov de hestiyek bişikê ji bo cebirandinê ev rêbaza dermankirinê tê tercîhkirin. Ji ber ku nêrebend hestî digihîne hev em li gorî êşê tenik an jî stûr çêdikin.”
 
BI 250-300 TL’YAN DIKIRE
 
Derbarê bihayê kirin û firotina nêrebendê de jî Gelîşken, ev agahî bi me re parve kirin: “Em kiloya nêrebendê di navbera 250-300 lîreyan de dikirin. Di salê de ez 100 kîloyan çêdikim. Lê ev hejmar sal bi sal ev diguhere. Jê tê avêtin û kuştin jî. Capon jî dikirim. Bi awayekî toptan heba wan bi 13 TL'yan difiroşim. Piştî ewqqas ked para min tenê 13 TL ye."
 
'HERKES NIKARE ÇÊBIKE' 
 
Gelîşken, got ku ji bo rêbaza dermankirinê ya nêrebendê winda nebe çêkirina wê nîşanî zarokên xwe jî dide û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê zarokên min jî vî karî bizanibin û hîn bibin. Zehmetiyên wê pir in û herkes nikare çêbike. Her carê divê ez 50 pîneyan derbixînim. Niha jî 200 pîne ji min hatine xwestin û divê ez di nava 2 rojan de amade bikim." 
 
MA / Zeynep Dûrgût - Kadrî Esen