Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye

img

URFA - Dêra Nûxrût a 1500 salî ya ermeniyan a li Xelfetiyê bi hilweşînê re rûbirû maye. Heke neyê restorekirin dê bi tevahî hilweşe. 

Dêra Nûxrût (Birca Belek) a 1500 salî, ku li navçeya gundê Nûxrût a bi ser navçeya Xelfetî ya Rihayê ve ye, bi rûxandinê re rûbirû maye. Ev dêr aydê ermenan e. Ji ber xemsariya rayedaran pêş û paşa dêrê rûxiyaye. Tê gotin ku ev Dêr di serdema Împaratoriya Romaya Rojhilat ve bi mîmariya Bîzansiyan hatiye çêkirin. Ji ber mîmariya qewîn dêr heta roja me ya îro li ber xwe daye. 
 
Dêra ku ji ber xemsariyê wêran dibe, niha bûye cihê lîstoka zarokên gund. Her wiha bûye cihê ku ciwan û kalên gund dema xwe ya betal lê derbas dikin. Heta sala 2017’an ji bo parastina dêrê tu tevdîrên parastinê nehatine girtin. Di sala 2017’an de derûdora dêrê bi telên direhî hatiye girtin. Heywan li baxçeyê dêra ku têl lê hatine xerakirin diçêrin û veguheriye cihek kavilkirî. 
 
LI ŞÛNA DÊRÊ GOTINE ‘BIRC’ 
 
Şêniyek gund bi bîr xist ku heta sala 1915’an ermenî li herêmê dijiyan û got: "Lê belê piştî qirkirina ermeniyan, kesên ku li vir dijîn ji bo ku jê re nebêjin ‘dêr’, digotin 'birc’. Ew hîn jî ji dêrê re dibêjin "Birca Belek.” 
 
JI BER XEMSARIYÊ HILDIWEŞE 
 
Cemal Guzel ê ji wî gundî diyar kir ku zarokatiya wî li gund derbas bûye û berê hewqas dêr wêran nebûbû. Guzel anî ziman ku paşê, gundiyên derdorê hatin û kevirên dêrê rakirin û dîwar hilweşandine û got: “Ji ber vê yekê wan ev dêra bêxwedî hiştin. Ji ber vê yekê dêr ket vî halî. Divê ku dêr were restorekirin. Lê dewlet xwedî lê dernakeve. Heke dêr neyê restorekirin, wê di demek nêz de bi tevahî hilweşe.” 
 
TUNEL 500 METREYÎ HEBÛYE 
 
Guzel serpêhatiyên xwe yên dema zaroktiya li dêrê derbas bûn jî parve kir û wiha got: “Li gorî ku bapîrên me ji me re gotine, di hundirê dêrê de tunelek hebû. Tunel bi qasî 500 metre dirêj e. Di wê demê de, ev tunel her dem dihat bikar anîn. Lê em nizanin ew tunel niha li ku ye.” 
 
DÎROKA KURDISTANÊ NAYÊR RESTOREKIRIN 
 
Guzel destnîşan kir ku rayedarên dewletê naxwazin ku cihên dîrokî yên li Kurdistanê werin parastin û nexwê ev dêra 1500 salî niha ji bilî Kurdistanê li deverek din bûya wê bi çavek cuda lê binêrîna û teqez wê bihata restorekirin. 
 
Guzel got xelkê taxê dixwaze ku dêr were restorekirin. 
 
MA / Ferhat Çelîk - Emrullah Acar